Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo2Mirov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê bibêje. Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî wexta biryar dan ji bo birçîbûna mirine, çi dikirin armanc? Dijmin bi rastî yanî dihat ku di tengahiyêde vana bifetisîne, xwe înkar bikine, Kurdayetiyê înkar bikine, baweriya partiyê înkar bikine, partiyê înkar bikine. Digot, heta hûn înkar nekin ji were jiyan tune. Wexta dijmin bi her awahî, bi her îşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wana bimeşîne wana jî got, mirin ji mere jiyane, wiha ne jiyana însanan, ne jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin, em înkarbûna partiyê qebûl nakin. Înkarbûn mirina tewra xerabe û ji bo vê jî ji me can tê xwestin emê bidin. Wiha qirar dan birçîbûna mirinê û dest pê kirin. 14'ê Tîrmehê bi rastî gaveke mezinbû. Gaveke di cihdebû. Vaya çi gav bu? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin, mirov xwe bide, mirov vê qirarê bide, çiqas bi zehmetîbe jî mirov bide û dan.

Ew qirara wana bû qirara partiyê, bû qirara gel. Dema me gava 15'ê Tebaxê avête jî bêhtir me got mîrov vê qirarê bimeşine, ne qirareke biçûke, qirareke rê dide însanîyetê, dide jiyanê, Tarîx, însaniyet, jiyan nuh çêbûye. Tabî mirov ji bo vê qirarê her tiştî dike. Wexta ev qirara hevalan gihaşte me, me livir karê xwe şidand, me Kongreya duduyan çêkir, me qirara xwe ya vegerandina welat da, di wan rojên bi zahmetide me xwe gihande welat, li ser bîranîna wan hevalan. Û li ser wê 15'ê Tebaxê, û li ser vê qirarê jî sal bi sal şehîdên me daye bûne qirar, bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd 28'ê Adarê (sala 86'an) şehîd bû, me dîsa qirar da, me got sala tê, saleke din emê refên gerîlla di pir aliyên welatde bimeşînin. Di '77'ande me bêhtir xwe di Kurdistanê'de meşand. Pir şehîd çêbûn, me pir qirar dan, her şehîdek bû qirar û '88, '89, '90, '91 me bêhtir kirin sala şer. Destpêka vê jî heye; wexta heval Haqî şehid bû, me dîsa ev kir qirara şer. Yek heval şehîd bû me got ev qirar, li ser vê emê xwe bi partîkin, partiyê bi partiyeke şerkin. Sala çû heval Xelîl Çawgûn şehîd ket me got emê vana jî bi qirarkin, di Hilvanê'de emê bi serhildankin. Meşiya. Sala din me partî îlan kir, li ser bîranîna wan şehîdan, mesûliyet giran bû, me wiha li dor xwe nêrî rê li kuye, cih likuye me xwe avête ser, bi nefes bi nefes me xwe gihande derve. Di dudyê vê mehêde wexta me xwe bi vê hêlê xistiye, dîsa me qirareke mezin da. Ku ne ew qirar bûya, dîsa her tişt disekinî, di çend mehande wê bisekiniya. Ew qirara me daye, di cihde bû, ji bo mirinê mirov bi jiyanke, qirareke wiha bû. Qirardayîn tenê ne bese. Qirardayîn şûnde deqqe bi deqqe li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê partiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em bahsa van tiştan dikin, ji bo hûn netîceyan jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Netîce hûn dizanin li Başûr yek dostê me tunebû, niha bi milyonan dost bi merene. Ne wekê we xwe tev li şerkin nîv saetekê guh nedinan ser me, ew partiyên sexte ewqasî hebûn û niha sedî not tev bûne bi şerre, bi partiyêre bi merene. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikirin, niha hemû mal malên mene. Va bi çi awahî çêbû? Bi qirara me, bi jiyana ne çêbû.

Wekî din ji me pir qirar dan. Her qirara me daye em bêhtir pêre man, me mureqebe kir dimeşe nameşe, pir kesan bi navê hevaltiyê jî lîst, bawer nedikirin wana winda kirin tev ketin. Lê yê xwe pir şidandiye karê me bi xwe mezin bû. Ku hed û hudûdên xwe nas bikin, li ser qirara xwe durust bin, bipîvin û bimeşin, roj û şev li ser bin netice eve ku ne mumkune mirov tiştên şaş bike, li gori îmkanên xwe mirov her gavekê di cihde çêbike, va jî dibe serkeftin, bûye serkeftin. Fikra rast, qirara rastkarê rast, însanên xwe heta dawiyê bibîne, netice insanên bi ser dikeve çêdibe. Ji tevanre jiyan hebû, ji minre tunebû, ji her tiştîre bawerî hebû, ji vê gavêre tunebû, niha ji tevanre jiyan nîne, ji me re heye, ji tu gavanre meş tune, ji vê gavêre meş heye. Ez bawerim ku em çend salên din wiha bimeşin ne munkune yek li pêşiya me bêje ez heme. Wekê lehiyê wê herkes xwe tevlî bike. Çima? Heqiqeta însanîyetê di vê gavêdêye, rastiya mezin têdeye. Kî wê li pêşiyê bisekine? Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo gel, her tişt ji bo jiyaneke bi namûse. Ku tu bi xwe neleyize, bê namûsiyê nekê her tişt wê bi ya tebe û ya gelê tebe. A gelbe, dibe ya te, ya te be dibe ya gel. Niha jî ya îspat bûye vaye. Yanî ku imkan hebe jivê şûnde jî em karê xwe wiha bidomînin ew tiştên maye ji, ew tiştên kêmasi têde ji wê tev rabe. Ew însanê dibêje em tunebûne, ew însanê dibêje ji me her tişt çûye, çênabe, niha dinêrin a mirov digihêne tişta eve, ji mirov tiştên bi xêr çedibe, tiştên baş çêdibin. Mirov dikare xwe çebike, bi însanke. Mirov hîn li ser xwe bisekine dikare bêhtir xwe bi însanê başke. Gelê Kurd gelê di alemêde windabûyî ku tunebûn dihate hesibandin, niha alem her roj dibêje Kurd û Kurd. Ku em şere gel hîn bişîdînin, alem wê bêje ev gel çi gele? Tu di welatê xwede xwe bi serxîne wê bêje ev gel ê tewra mezine. Bi deste xweye, bi destê gel bixweye. Tu şerê xwe xurt bike, xwe xurt bimeşînin hûnê wiha bikin. Heta niha tiştê îspat bûye îmkanan tê de dibine, va tiştina wihaye, wiha dibin, wiha bi serdikevin. Tecrûbeya di van salande min dîtiye eve, ya şere 15'ê Tebaxê, ya girara berxwedana 14'ê Tirmehê û derketina der û di vê sehayêde û heta îroj a îspat bûye ev tiştin û ne hindikin. Alîkariya em ji were, ji însanên xwe tevre bikin ev xebate. Ne mumkine mirov bi pereyan, bi rehetiyê, bi destê xwe û ji mere jî qet ne başe.

A mirov rehet bike, têr bike ev kare. A reva mezin bisekinîne, berê te bi welêtgihîne ev kare. A te ji hemû xelkêre ji dijminre bi peyake, bi leşkerke li pêşyê bisekine, te ji bo xwe peyake, bi leşkerke ev kare. Ên welatê xelkê ji xwere cennet dihesibandin, ji bo vê her tişt difirotin û direviyan, li hember bisekinin; welatê xwe bi cennetkin, xwe bi rûmmetkin dîsa ev kare. Û yên weke we betal bêkar xwe bi karkin, bi karekî zêrînkin, ev kare. Tev dibêjin em betalin em bê karin, karê zêrîn, karê mirov digihîne her tiştî eve. De xwe bi serdin, îlla girî, îlla xerabî ne ji bo însanên binamûse, însanên xerab wiha dikin, însanên ketî wiha dikin. Di serê van salande mirov xwe ji van tiştên xerab dûrxe. Niha hûn jiyaneke, tarîxeke bi lanet ji mere wiha çêbû, me îmkan dît em xwe ji vê dûr dixin, tarîxa bi lanet, jiyana bi lanet dikin bin erdê, ya bişeref, bi rûmet radikin. Bi vî karî wiha çêdibe. Ez bawerim ku di vê nîvê salêde hîn tiştên mezintir emê çêbikin, heta niha ev panzde salin û di van panzdeh salande tiştên hezar sali me nikarîbû çêbikraya bi şer di vê salêde çêbikin. Karê me yê mezin niha çêdibe, hemû gel têdeye. Bi rastî min ji tunebûnê xwe gihand vir, ji bo gel cejna mezin eve, ji bo yên wekê we xort jî îmkanên mezin eve. Wekîdin jiyan qute. Hebe jî tu qîmeta xwe tuneye. Hûn hemû xwe tev lî bikin. Ji bo vê em dibejin, karê artêşa gel, karekî mezine. Karê gerîlla şerê gerîlla dimeşîne, karekî mezine. Hûn di artêşa gelde, artêşa gel di şerê gelde jiyanê bi destê xwe ji bo xwe bj kêfa xwe çêdike. Tişta tewra mezin mirov bide we eve. Gelê me, dijmin çiqas wî bikuje, qirkirinê çêbike, bêjin ji mere cejne, wiqas bêhtir xwe dikiyê, cesaretê mezin dike divî şerîde. Dibê ji bo me ye, jîyan di virdeye dijmin be çareye. Gelekî wiha rabûye, partiyeke wiha serokiyê dike, şervanekî wiha şer dike wê dijmin li hember çibike nikare. Dîsa bixwaze wekê berê xwînxwarîyê bike, lakîn her roj li paş dikeve. Tu çiqas xwe bi yekke, bişidîne bi serde here tu wiqas wî li paş dixe û di demeke kinde jî mirov ji vî welatî vî dijminî derxe. Wê çaxê tê bêje ev jîyana raste, serxwebûn û azadî heqîqeta însane, însanê bi şerefe. Ev ji bo weye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jîyana xwe. Karê partiyê, karê serokiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe xwe digihîninê, em xwe winda nekin, ne xwe giran dikin, ne pir acele dikin. Di cihîde bi çi awahî divê, em gava wiha çe dikin, usûl çiye em wiha bi serde dimeşin. Di cihê de mirin tê xwestin, dimirin; di cihêde lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Vaye usûla PKK'ê, jiyana PKK'ê.

Emê salê wiha tam bi ya xwekin, ne tenê salê, jîyana ji vê şûnde dimeşe emê bi ya xwe kin. Û emê bi karê xwe bi ya xwe kin, hûnê ji bo jiyaneke wiha xwe rakin xwe tevlê bikin, xwe çêbikin. Ku we çiqasî xwe çêkir hûn partiyê çêdikkin, we çiqwas parti çêkir arteşa gel xwe çêdike artêşa gel, şerê gel çiqas çêdibe gel bixwe çêdibe, gelê wiha çêdibe, wiqas serxwebûn û azadiyê çêdike, welat çêdike. Armanca me, kerê me eve û serkeftin ji bo vî karî, serkeftin ji bo we tevan bi vî karî.

Li ser vê dîsa vê dewreya we ya Şehîdên Tolhildanê em pîrozdikin. Bi rastî şehîdên Tolhildan şehîdên mezinin mirov bi navê van şehîdan jî vê dewreyê xurt bike, di demeke bêhtir di aliyê şerde nuhbûniyê çêbike, kêmasiyên insanên me rake, ew însanên di hemû zor û zahmetiyêde li her xwe didin, va însana çêdike. Bi kevinperestiyê, bi lîskên dijmin ê mirov hiltînin, mirov li ser wan bisekine, wana rake û nekeve lîska, li derveyî parti, hundurê partiyêde nekeve lîska, li ser bîranînên şehîdên wiha çêbuyî mîrov wana temsil bike xwe wiha bi quwetke ji bo partiyê, ji bo şer, sozên me daye şehîdan mirov pêkbîne.

Li ser van rastiyan em ji bo we serkeftinê dixwazin, dîsa em ji bo hemû, gelê xwe jî di vî şerîde û di nîvê vê salê şûnde serkeftinê mezin dixwazin. Ku em wiha rast kar bikin, şerê xwe wiha rast xwe bidin ser ku dunya bi yekbe, nikare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car pir dibêjin, em ji serkeftinê dûr tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyete, dîsa ev dewreya we bi serkeve û ji bo we tevan pîrozbe.

hevalên bi tecrube hene. Hevalên zindanê hene, ji çiyê hatine hene, yên 15, yên 20 salî tev hene, dersan didine we, guhê xwe hebeki vekin, mejiyê xwe vekin bigrin. Ji xwe hûn genî bûne, hûn kufukî bûne, hûn tev mahf bûne, bigrin ji hevalan û paşyê di welatde xwe biçînin, hişîn bibin. Ji bo we firsendeke mezine, jê îstîfade bikin. Hevalên me zû dikevin, zû winda dibin. Xwe wiha çêbikin ku hun çûn cihê xwe mîrov bi we bawer bike. Mirov bêje, van hevalan zû nakevin, nav hevalan tişt ji dest tên der. Di virde mirov îkna bikin, dema mirov we rêdike welat mirov bêje vana di şerde di çiyêde dikarin jiyanê bimeşînin, dikarin mesûliyetê bigrin, bi dijmin dikarin, ji usûla şer re çi tê xwestin, dikarin pêre bimeşin, dijminê xwe bixînin. Me wiha îkna bikin, rojekê pêşde mîrov dikare we bişîne. Diherin zû dikevin, heyfe, pir bi qirarên şaş dikevin, pir li dijî usûlê şer dikevin. Ji bo vê heta dawiyê livir bielimin. A eyb, ne elimandine. Ji alî şerde xwe

çêbikin, çi ji were lazime, bixwînin pirtûk hene. Heval jî pir tiştan didin we, wexta hûn çûn welat, mirov bawer bike ku ji destên we hinek tişt tên der.

Bi salan li hember dijmin di welatde hûn dikarin şer bikin. Em ve ji we dixwazin. Sozên hûn didin em wiha qebul dikin. Bi rastî angu sozên we dane em wiha pêrene. Wekîdin sozên hûn bidin, tu qimeta xwe nîne. Sozên mirov bide ku li hember dijmin xwe bihêle li hember dijmin şerzaniyê bike, biser bibe. Ji bo partiyê nebe muşkule, bîlakîs pir tiştan hilîne. Bibe însanekî baş, ji hevalên xwere, çû ku mirov başiyê temsîl bike. Ji bo vê ez dibêjim xwe çêbikin. Başe, hûn alîkarîya van hevalan jî digrin, bi rastî jî li ser xwe bisekinin. Viqas sale ez her roj li ser xwe disekinim, her roj xwe çêdikim, her roj me wiqas bar rakiriye, rojekê min negotiye ez westiyame, nikarim bikim. Çi hate ber çavê me, em li ser sekinîn. Çi ji me hate xwestin, me jî li gor quweta xwe da ser. Hûn dibînin ku tiştên mezin çêdibin, hûn jî çêbikin. Ji we ên werin xwestin evin. Heta ku hûn wiha çênekin, xwe efû nekin. Hûn zanibîn ku partî jî we efû nake. Partî, însanê bisernekeve, însanê di her cihîde nemeşe, nikare pêre bimeşe. Mirov di nava partiyêde li ser hevalan xwe neke bar. Mirov xwe bihêle ji bo bar rake, ne bike bar. Barê gel sivik bikin, ne xwe li ser gel bi barkin. Bawerim hûn wiha partiyê fêhm dikin, wiha li ser disekinin. Em dîsa ji we tevanre serkeftinê dixwazin.

Serokatiya Partiyê

15 Tîrmeh 1993