Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo7Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo lehceyên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek lehce têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare di zemîna me afirandî de biaxive, heta dikare zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.

Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare çawaniya pêşvehatina ziman a hetanî roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî bilind a kurdî ava bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî ava bike. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Hetanî ev yek pêk were jî divê her lehçe di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistrê, axaftinan bike û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye.

Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdewariyê hindek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min ti caran li pêşiya xwe nekirin asteng. Hindek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hindek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdeyetiyê hindek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek lehceyên cewaz pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku di Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng bi dest digrin, ger wisa bidomînin dê bidin wendakirin.

Di nava me de ticaran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanên tirkî û yên erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirinê. Ev hetanî demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran hetanî demekê serdest be, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare ti tiştî jî bi dest bixe.

Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe raweste. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir hetanî dawiyê jî ezê wisa bidomînim” her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîne. Esas her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengê bi dest bixe. Ez dibêjim ku lehce jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî hetanî bi zanîngehê rêxistin bike. Eger bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku dê tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hindek plan û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.

Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî temsîliya paşverûtiyê dike. Tu nirxekî çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e, dijmin te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de texrîbateke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkariya min a kurditiyê ne asteng in. Berovajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, hûmanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.

Ji aliyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm fermanberekî (memur) mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezilê jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye.

Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hindek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîne. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me hetanî niha ji biratiyê re raber kiriye hetanî niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşe û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna netewî ya ku min bi dirustî wergirtiye difermîne ku, Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.

Hindek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev waneyeke (ders) mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare hetanî bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexe yan jî bi cilan ve nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hindek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Naxêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ser ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi gel re be? Van her du xalan ez baş ji he

Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.

Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi İngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.

Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.

Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye. Nasdikim û pêk tînim.

SEROKATİYA PARTİYÊ