Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo1Yê ku hêsan wenda dikin, rêza wan ji jiyanê re nîne. Yê ku di carekê de nirxan bi hêsanî serûbin dikin, li hemberî jiyanê herî kêm bi qasî dijmin xeter in. Ez vê gelekî zelal diyar dikim, divê hun jî vê yekê fêm bikin. Em jiyanê weke hêviyekê dinirxînin. Em dixwazin bi gelê xwe, jiyana azad bidin qezenckirin. Em derfetên jiyana wekhev û azad ku jin û zilam gelekî pê muhtacin ava dikin. Ger ev rast be û hun jî bi vê ve girêdayî bin, gelo hun ji bo ji di erkên hêsan de, di çalakiyan de, di rêxistinbûnê de, di propagandayê de çima ne serkeftî bin? Derdikeve holê ku di rastiyê de girêdaniya we ji bo van nirxên bingehîn zêde pêş neketiye. Mînak ger hun weke min ji cewher bi van nirxan ve girêdayîbûna, we dê bizanibiya ka ez ji bo welat çi qasî sebir dikim, ji bo ku ez çekekê bigihînim Kurdistanê çi qasî li ber xwe didim û ji bo şervanekî bigîhînim, çi qasî hewl didim. Ji ber ku ez bi jiyana azad ve girêdayî me, ji wê gelekî hez dikim û min ev bi keda xwe ve peyitand. Di rastiyê de gelo hun nirxên amade, welatê amade çawa bin pê dikin? Hun li hemberî rêhevalên xwe weke dijminekî ne û tavilê hun dilan perçe perçe dikin. Peyvên rêz û hezkirinê, nêzîkbûn û helwestên wê ji kesayeta we gelekî kêm dipijiqe. Yan jî hemû weke diriyan tê re diçe. Ji ber vê yekê hun nayên rewşeke ku bibin welatparêzek, rêhevalekî û partiyiyekî ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtiye.

Ger hun van kêmasiyên xwe derbas nekin û neyên rewşa milîtanekî xwedî hêz, hun nikarin bibin fermandarekî baş jî. Fermandarî kesayeteke ku hemû nirxên jiyanê tê de herî berfireh dijî ye. Bêguman ger ji we re bimîne, fermandarî çewisandine, xapandine, fêlbaziya gundîtî ye, demagogî ye. Ez dikarim we bi vê rewşa we îdare bikim, lê belê nêzîkbûnên we yên wiha dê bibe valaderxistina tekoşîna me. Hun jî dibêjin qaşo “ez ji bo şer heme.” Yê ku ji bo jiyanê wiha bêrêz e, nikarê mafê jiyanê bidê, pirsgirêkeke xwe ya şer nabe. Yekî wiha dê bi şer bilêyîze û bide wendakirin. Berê hun di riya hindek ajoyên xwe de xwînî dibûn. Vê jî we bi navê “namûsa min e” dikir. Jin namûs e, mirov ji bo jinê şer dike. Lê belê divê jin weke malekê neyê bidestgirtin. Ger hun jinê weke malekê bi dest bigrin, hunê wê bînin rewşekê ku nayê naskirin. Ev şerekî şaş e. Nêzîkbûneke ku li gorî kevneşopan û ajoyan e. Diviyabû jin wiha nebûya, yan jî têkîliya jin û zilam ev qasî neketiba. Ev wendakirina jiyanê ye, înkara jiyanê ye, bersiva herî xirab a ji bo pirsa “çawa bijîn” e.

Gelo em hetanî vî temenê xwe, ji bo çi hîn jî ji bo ku jinên welatê xwe biguherînin mijûl dibin? Ji ber ku dema em ji bo pirsa “çawa bijîn” li bersivan digerin, em dizanin ku ev yek bê jin çênabe. Jiyan bi jinê çêdibe. Lê belê bi jineke çawa re? Dema ku hun destên xwe dirêjî jinê bikin, belaya seriyan e, kirêt e û bi girîn e. Dikare di du rojan de we mehf bike. Bi vê jinê re jiyan nabe. Divê zilam jî vê yekalî bi dest negre. Kîjan zilam bi jinê re bikeve nava têkîliyan ew jin jî, ew zilam jî tune dibe. Tiştekî jinê ji zayendîtiya xwe ya çors wêdetir pêşkeş bike nîne. Jîriya wê, rêxistin, hizir û bîrdoziya wê nîne. Şêwazeke têkîliyan a li gor ajoyan tunebûn e. Rewşeke ku di asta civakên klanan de, heta hîn di şûn wan de ye heye. Wisa ye ku ev di me de bûyereke civakî û siyasî, ya cidî ye.

Ji aliyê dijmin ve têkîlî bi temamî weke xefika civakî, siyasî û netewî hatiye pêşxistin. Ger em vê xefikê perçe nekin, emê her dem bikevin nava wê û tune bibin. Teqez divê em xefika jin an jî zilam bişikînin û vê berovajî veguherînin. Divê mirov weke ku bi fedakariyên mezin welat qezenc dike, jin û zilam jî qezenc bike. Weke ku partî û rêxistina wê qezenc dike, divê têkîliyê jî qezenc bike. Dîsa dema ku jin tê qezenckirin, divê şer were qezenckirin. Ev hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ye. Ez naxwazim van mijaran zêde vebikim. Lê belê misogere ku hunê balê li vê bikişînin. Şagirtên baş, şagirtên ku di van mijaran de yê ku cidiyetê raber dikin in. Vê qet weke berê bi dest negrin. Ger hun bi dest bigrin, hunê mehf bibin.

Divê em jiyanê di vir de bibersivînin. Ne em bi erzanî û hêsanî ku hetanî niha li gor kevneşopan û pergalê nêzîk bibin, ne jî divê nêzîkbûneke înkarkar çêbibe. Mirov dikare çareseriya serkeftî peyda bike. Min weke kesayet xebatên jinê ber bi pêş ve birin û min diyalogên xwe yên bi jinê re pêş xistin. Jin ji me gelekî baş fêm dikin û pêl bi pêl têne nava refan. Berê ji bo ku jinê bistînin digeriyan. Dihate gotin em ji ku bibînin, ji ku bistînin. An yeke bêziman didîtin an jî nedidîtin. Min ev yek bi tirsnakî pêşwazî kir. Hun dizanin ku ji bo bi destxistina qelend we dê li Çukurovayê yan jî li cihekî din deh salên ciwaniya xwe tune bikira. Rexmî vê we dê pereyên qelend bidîta yan jî nedîta. Piştî ku hun ew qasî xebitîn û we jin stend jî diviya ku hun çil carên din bixebitin ku ew jî tunebûna her tiştekî bû.

Şêwazên me yên derxistina holê ya jinê cuda ye. Ger em bixwazin em dikarin bi mîlyonan jinan bînin rewşeke gelekî pêşketî, gelekî bivîn û gelekî dikare biryara jiyanê bide. Ev ne weke ku li Edenê deh salan kar bike û pereyên qelend bibîne ye. Ger hun pêwendî bi xebatên jinê bikin, birêz bin hun dikarin jina herî bihêz derbixin holê. Li şûna ku keçik bibêjin “ezê çawa mêrekî bibînim, ez di malê de mam” bila bibin milîtanekî saxlem û mirovê ku rêzê dide wan biafirînin. Şêwazê rast ev e. Lê belê hetanî niha digotin “dê kî li min xwedî derbikeve û ezê kê bixapînim?” Bi rêbazên herî çors û hov ve nêzîkbûnek nîşan didan. Ev yek nabe riyeke rast. Riya rast jina ku bihêz dibe, xwekirina xwedî vîn ji ber vê jî jina ku bedew dike di kesayeta xwe de pêkanîn e. Piştî ku ev hate pêkanîn, tu pirsgirêkên we nabin. Divê hun di malê de mayînê na, bibin milîtanên ku rêz û hezkirina her kesekî qezenc dike. Vaye çareserî ev e û divê hun çav berdin vî tiştî. Derveyî vê pêwendî û rêz nabe, ji bo pirsa “çawa bijîn” jî bersiv bi pêş nakeve.

Zilam jî neçare riya rast a xebatên jinê bibîne. Zilamên ku xebatên jinê ji hemû aliyan ve rast nagre dest, rêza xwe ya di derbarê wê de bi hewldanên xwe ve nîşan nade re, jin nîne. Di PKK ê de bi xwe spartina hêza rêxistinê û bi zorê stendina jinê ne gengaz e. Jixwe veşartî jî bike dê bibe bela serê wî. Ji bo şerê jinê, ji bo şerê wê ya partî û welat bûyîna milîtanekî rast riya herî rast e. Divê hun destpêkê ji bo welat şer bikin, hêza xwe ya rêxistinî û mêrxasiya xwe ya rast di vir de nîşan bidin. Ev ji bo jinê jî, ji bo zilam jî derbasdar e. Ev yek nêzîkbûna rast me nêzîkî hev dike, bi rêz û hezkirinê ve dagre ye. Ev jî ne gotinan bi hewldanên pratîkî, bi raveya wê ya bivîn û pêşketî ve divê wateyê bibîne. Wê demê hunê di têkîliyê de bigihên raveya jin û zilam a çawa bîjin. Di van mijaran de hîn jî durûtî, erkên ku bicih nehatine, nêzîkbûnên gelekî kesî û dogmatîk û ajoyî hene. Dema ku derfetê bibînin vê yekê bi giranî bi partiyê didin jiyîn. Lê belê ezê derfetê nedim vî tiştî. Divê hun hemû bizanibin ku ez di vê mijarê de şervanekî balkêş im.

Gelek şehîdên me yên jin hene. Ez neçarim wan bînim ber çavên xwe. Wisa ye ku milîtanên me yên zilam ên ciwan xwedî nirx hene. Em dizanin ku ka ew şervanên çi ne. Em ji van hemû tiştan ji bo pirsa “çawa bijîn” re bersivê pêş dixin. Divê hun vê yekê gelekî cidî bigrin. Dema ku we bersiveke bihêz da pirsa “çawa bijîn” dê şer rast were bidestgirtin, hêsan nayê wendakirin, dilopeke xwînê jî vala nayê rijandin. Di bûyera rêxistinê de gotineke ne di cih de jî nayê gotin. Revandina ev qasî mirovî li aliyekî dê di têkîliyan de şêrînî çêbibe û her dem were qezenckirin. Riya ku diçe “çawa bijîn” wiha ye. Ez wisa bawer dikim ku hun jî hindekî vê yekê ferq dikin. hun di ferqa pêşketinên di vî alî de ne.

Me riya tişta xweşik vekir, derfetên tiştên layiqê jiyanê ne, me derxistin holê. Wisa bawer nekin ku ev xwe bi xwe, bi hêsanî tên qezenckirin. Hun bi şerekî Rêbertiyê ya piralî û berfireh ve derketine holê. Ev jin bi şerekî mezin ve derketine holê. Bila ew bi xwe jî xelet nêzîkî rastiya xwe nebin. Me bi şerekî mezin ve xwe anî vê rewşê, bi vî rengî hindek derfetên rêxistinê derketine holê. Bi feraseta mêrxasiyê ya rast ku me li ser zilam jî pêk aniye ve me hindekî kesayeta bi welat û rêxistina xwe ve girêdayî û bi wê re zewiciye, derxiste holê û encam jî xebateke baş e. Ev xebat, xebatekî ku rûyê gelê me spî dike, me bi şan û şeref tevlî malbata mirovahiyê dike ye. Di vê de jî kesekî wenda nekiriye, berovajî her kesî qezenc kiriye. Em vê kûr bikin, li ser kesayeta xwe pêk bînin, bi vê jî em bi kesekî nelêyîzin. Wê demê hunê bibînin ku dê xeyal û plana me ya jiyanê gelekî bi pêş bikeve û hestên me gelekî bilind bibin. Ji bo ku ev werin serxistin jî, em şer gelekî baş fêm dikin û gelekî baş şer dikin. Em di şer de bi hêsanî wenda nakin. Ji ber ku ev hemû ji bo pirsa “çawa bijîn” e. Ev jî ji bo welatê me û civaka me ya azad e. Gelek kesên ku em jê hez dikin, bi hezaran girêdaniyên me yên hezkirinê hene. Ev ji bo şensê jiyîna wan e. Dema ku milîtanekî ev tişt hemû wiha fêm kir û kete şer, dê hemû tevdîrên hêsan wendakirinê bigre, hemû hostetiya serketinê nîşan bide. Dibe ku rojekê mirin were serê mirovan, lê belê piştî ku her tiştê ji dest tê hate kirin, her hal mirov dikare wate bide wê şehadetê.

Em dikarin bi kurtayî ji bo pirsa “çawa bijîn” van bersivan bidin. Ez di dahûrînan de bi giranî li ser van mijaran rawestiyam, ev misoger divê di kesayeta we de wate bibîne. Ez bawerim ku bersiva hun bidin vê dê nêzîkbûnên we yên şer jî, pirsgirêkên we yên gelekî cihê re di asta pêş de pêşketinê ava bike. Min xwest ez van mijaran bi cureyeke çîrok, heta bikim roman û vebêjim. Heta ku ji destên me tê jî emê wiha bikin. Lê belê tiştê ku em ji we dixwazin jî êdî bi biryarî ye, kûrbûn e û watedayîna vê ye. Ne bi zorê, divê em ji vê fêm bikin, têbigihên û vê di pratîka xwe de û di şêwazên xwe yên têkîliyan de nîşan bidin.

Mêrxasiya rast ew cidiyeta ku we di derbarê çawa bijîn de bi rêgez û bi şêwazê pratîkî nîşan didin e. Yê ku di vê mijarê de bi biryariyê û kûrbûnê bi dest dixin û vê jî bi jiyana xwe ve dipeyitînin, misoger dê bi dijwarî nêzîkî şer jî bibin. Dê asteke bi şêwazê rast û di pêş de ku dikare xeletiyên di nêzîkbûnên hetanî hatine kirin de sererastkirinekê pêk bîne, bi dest bixin. Weke encamekê vê jî dê wendahî kêm bibin û pirsgirêkên di artêşbûnê de baştir werin çareserkirin.

Mijarên xwedî naveroka civakî ji ber vê yekê gelekî girîng in û ev şêwazeke şoreşgerî ye. Dibe ku ji bo hindekan weke ne pêwîst were, lê belê pêşxistina giyanê ji bo sererastkirina rewşa giyanî ku gelekî tevlîhev û lihevketî ye, divê ev mijar bi serkeftî werin pejirandin. Ger ev nebin hunê bi destgirtina rastiyeke tevlîhev a weke şer de zehmetiyê bikişînin. Encamên vê nêzîkbûnê weke ku hetanî niha çêbûye, dê rê li ber rewşên gelek xeter û ketiye rewşeke ku nayê naskirin re vebike. Ji bo vê jî ez bicihanîna pêwîstiyên vê mijarê girîng dibînim.

Mijar bi kûranî û wergir bi dest hatiye girtin. Me berê nedikarî em ev qasî berfireh binirxînin. We jî asteke diyar bi dest xistiye. Ger ev kêmasî werin çareserkirin ez bawerim dê ji jinê de jî, di zilam de jî pêvajoya milîtaniya rast dest pê bike. Ez li ser vê, weke hunermendekê disekinim. Ev yek ji bo min tenê siyasî û bîrdozî nîne, erkeke netewî ye. Ez dixwazim bi qasî hêza xwe bi nêzîkbûneke wêjeyî dema pêwîst bike gelek taybetmendiyên huner jî xistina tevgerê ve, di vê pirsgirêkê de pêşveçûyînê pêk bînim. Ji vê re rêzdar bin, di vê mijarê de dahurandina nêzîkbûnên xwe yên heta niha bikin. Evê bi we pêşketinên girîng bide pêkanîn. Dibe ku di vî alî de kêmasiyên we yên cidî hebin. Ger ew jî werin çareserkirin, ew taybetmendiyên we yên kesayetê ku em ji serî hetanî niha rexne dikin dê veguherin gavavêtineke mezin.

Hindek aliyên we yên girîng û erenî hene. Em dixwazin van serdest bikin. Em dixwazin bi qasî van bi jiyana rastiyê ve girê bidin, giredaniya wê û şer bikin, di vê mijarê de bi biryariyê ve misoger bikin. Naxwe dê ji van hewldanên me re heyf be. Ji ber ku hun jî gelek hewl didin li hemberî tengasiyan li ber xwe didin, wêrekiyê nîşan didin. Ji bo ku wateyekê rave bikin jî divê hun van nêzîkbûnên ku em dixwazin bikin malê we, bipejirînin. Ger ev çêbibe dê pêwistiyên van rexneyan werin bicihanîn.

Heta dawiyê bi îdîa û xwedî feraset bin. Girêdaniya xwe bi şêwazê Rêbertiyê jî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Ger wiha be, emê bi we re gelekî rihet kar bikin, ji karkirinê jî kêfxweş bibin. Emê ji jiyîna bi jinan re û ji karkirina bi wan re jî kêfxweş bibin. Li gor min a herî rast jî ev e. Ger meşeke bi vî şêwazî ve weke ku berê we kiriye, xwe bi xwe ve mijûl nekin û em jî derfetê nedin vî tiştî, bi ziravî em vê biparêzin, hun dikarin bi ser bixin. Jixwe we ji bo şer jî fedakariya herî mezin û wêrekî nîşan daye. Bi temamkirina vê ve dê ev kar ber bi pêş ve biçe.

Di vê mijarê de em ji bo çi ev qasî lihevketîbûnê, ji bo çi evasî ketîbûnê, kêmbûnê û lewaziyê bijîn an jî ji bo çi em li ser a rast serdest nebin? Ji bo çi di têkîliyan de, di jiyanê de evqasî fetisîn, tevlîhevî, bêrêzî, bêhezkirinî? Gelo ev ji dijmin zêdetir dê sûdê bide kê? Hun dibêjin “kevneşop, şêwazê mezinbûnê, bandorên dijmin.” Divê milîtanek êdî van neyne ser ziman. Em vî şerî di riya jiyana bedew de dimeşînin. Ji bo ew cîhana me ya rêz û hezkirinê ku hatiye wendakirin bibînin, ji bo bedewiyên me yên hatine wendakirin derbixin holê, em vî şerî dimeşînin. Şer ji bo şikandin û hilweşandinê nîne. Ji bo mirinê qet nîne. Şer ji bo nirxên jiyanê ne. Ji bo pirsa “çawa bijîn” misoger bersiva rast û di cih de dayînê ye.

7 Pûşber 1996