Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Di tevahiya têkoşîna rizgariyê de cihê şehîdan mezin e û şehîd di têkoşînê de rolekî girîng dilêyîzin. Di cîhanê de hem di rizgariya neteweyan de hem jî di rizgariya çînan de têkoşînên tên meşandin li ser milên şehîdan bi ser dikevin. Ji bo wê jî di nava hemû netewe û tevgeran de xwedî cihekî dîrokî ne.        

Ev rastî ji bo welatekî weke Kurdistan ku hebûna wî hatiye înkarkirin û dixwazin ji bin ve tune bikin, pêşvexistina têkoşîna azadiyê ya li ser esasê hêza puxteyî di zemînekî pir zehmet de pêşvexistina têkoşîneke azadiyê encax tu bi fedekariya xwe bi keda xwe ger tu karibî xwe ispat bikî tu dikarî bi rê ve biçî.

Li welatên weke Kurdistanê neyar tenê axê dagir nakin her wiha mejiyên mirovan jî dagir dikin. Bêbaweriyê çêdikin. Di mirovan de wêrekiyê dişikînin. Firsendê nadin tevgerê. Ger bixwazî di welatekî wisa de xebatê bike ancax bi ispat tu dikarî baweriyê di civakê de çêbikî.

Dibe ku ji bo hemû neteweyan û hemû gelan şehîd girîng bin, lê ji bo me bi taybet şehîd ne tenê girîng in, ji bo me şehîd her tişt in. Partiya me partiya şehîdan e. Heqîqeta partiya Apocî ji bo şehîdan pir zêdetir xwedî heqîqeteke mezin e. Bi qehremaniya şehîdan ve bi rastiya şehîdan ve ev tevger bû tevger.

Heştdehê gulana sala 1977’an de têkoşîna Apocî di asta destpêkê de ye. Xwedî tu çalakiyan nîne, hîna tevgereke îdeolojîk e, tenê fikir tê belavkirin. Êdî li Kurdistanê digerin. Tenê gotin hene derveyî wê tu tişt nîne. Ji ber ku wê demê êdî di bakurê Kurdistanê de hebûna kurdan li ber kendalê ye. Helandinek mezin hebû. Li beşên Kurdistanê yên din jî wisa bûn, tevgera Barzanî rabibû û ketibû, di sala 1974’an de bû. Di Kurdistanê de bêbawerî serdest bû. Ji bo Kurdistanê nikaribûn li cihekî çar kes jî bianîbana gel hev. Mirovan bi hev bawer nedikirin. Te ji yekî re gotinek digot, digot “wey ma Barzanî bi heştêhezar pêşmergeyî nekarî tu tiştekî bikî, ma hûn dê bi çar kesan ve bikin. Hûn çend xwendekar, zarok û ciwan in, ma hûn dê çi bikin.” Vaye di wan şert û mercan de xebatên ku tenê bi fikir dihate kirin, bala neyar kişand û neyar xwest hîna di wê demê de tasfiye bike. Her wiha ev yek bi destên kurdan dikirin, an jî ew kesên ku ji xwe re digotin em kurd in.

Hevalê Hakî Karer bîst û neh salan ji beriya vê, li Kurdistanê bajarê Dîlokê li qada Duztepeyê di dema nîqaşkirinê de weke komployê hate şehîdkirin.

Şehidê yekem bû, wê demê di koma şoreşger de hevalêê Hakî Karer weke alîkarê Serok Apo bû. Esas wan dixwest Serok Apo tasfiye bikin, zeftnekirin, cih nizanibûn. Hevalê Hakî li Dîlokê girtin şehîd xistin. Ew şehîdê yekem bû. Hetanî wê demê tenê fikir bû. Rastî bû, heqîqet bû ew dihatin ser ziman. Lê dema ku şehîd ket, Serok Apo got, “êdî xwîn kete nav vî karî êdî nema em dikarin dest jê berdin.” Êdî teredût nabe. Bi komplo û xiyanetî hevalê vexwendin û şehîd xistin.

Kî bûn û çawaniya wan kesan mirov dikare bêhtir ji dîroka partiyê hîn bibe. Her kesî digot Kurdistan çar parçe ne, wan digot na Kurdistan pênc parçe ne. Digotin parçeyekî Kurdistanê jî li Qafkasan e, Kurdistana sor jî heye, yanî wisa xwe pir zêde Kurdistanî didan xuyakirin. Xwe weke Stêrka Sor binav dikirin. Lê van lêyîstok çêkirine. Jixwe her ev kar kirine, li bakurê Kurdistanê her kesê ku radibû dihate parçekirin. Mixabin xwe dispartin başûrê mezin û ev xebata tasfiyekar didan meşandin. Ew bûyer jî bûyereke wisa bû. Yanî şehîdê yekem wisa çêbû.

Hûn dizanin hevalê Hakî bi eslê ji aliyê Behra Reş bû, tirk bû, wî hevalê perwerde dikirin, hevalê zana dikirin, karê rêxistinê dida meşandin. Hatibû li Kurdistanê şoreşgertî dikir, bêguman wê demê zêde derfetên me tunebûn, wan hevalêan di karên cuda de dixebitiyan, hemalî dikirin. Bi ew pereyên bidestdixistin pirtûk dikirîn, li hevalêên din xerç dikirin, ji bo hevalêan ji cihekî bigihînin cihekî din bi kar dianîn.

heval cemalxwendekar bûn û ciwan bûn. Piştî ku hevalêê Hakî şehîd ket êdî rewş pir cidî bû, hetanî wê demê di nava xwendekaran de gelek teorî dihatin kirin, lê dê dawiya wê çibibe ne diyar bû. Gelek baskên ku wisa hizir dianîn ser ziman hebûn.

Koma me jî bi cidiyetekê bi rê ketibû, lê dê bi ku ve biçûna, berê xwe dabana ku derê ne diyar bû. Şehadeta hevalê Hakî Karer di têkoşîna îdeolojîkî de bû neqebeke girîng. Rêber Apo ji bo bîranîna hevalê Hakî Karer bernameya PKK nivîsand. Ji bo xwedî li şehadeta hevalê Hakî Karer were derketin biryara xebatê hîna xurtir bû. Hat gotin me êdî xwîn jî rijand paşve vegerîn nabe. Wê demê hate gotin ku, ji bo em bikaribin asta têkoşînê bilind bikin êdî kom bes nake, divê em weke partî tevbigerin.

Sal vegeriya bû heftê û heşt hevalêê Halil Çavgun jî şehîd ket. Li bajarê Hîlwanê bi armanca salvegera şehadeta hevalê Hakî weke afîş wêneyên hevalê Hakî hatibûn bidarvekirin. Polîs, cendirme û serokçeteyê wir bi rabûna sibê re dest bi qetandina wêneyan kirin û heqaretên giran li hevalê Hakî kirin. Ji bo vê yekê hevalê Halil Çavgun bi hinek ciwan re civiyaye ku ka dikarin çi bikin. Di heman demê de cendirme bi ser wan de digirin û hevalê Halil Çavgun jî wisa şehid dikeve. Ev hevalê wê demê berpirsyarê wê herêmê ye. Bi van bûyeran ve hate fêmkirin ku rewş cidî ye û divê karên mezin werin kirin. Niha dijmin dibêje PKK li hember me çek bi kar anî, na wan destpêkê çek bi kar anî. Jixwe êdî hate fêmkirin ku di Kurdistanê bêçek tu xebatên rêxistinî nikarin werin pêşvexistin.

Şehadetên hevalê Hakî Karer û Halil Çavgun bûn bingehê biryardariya têkoşîna rizgariyê û bûn bingehê biryardariya partîbûnê. Bûn biryardariya berxwedaniya dîrokî. Ji ber ku êdî rewşa hebûn û tunebûnê bû. Peyama ku neyar dida ew bû, digot dev ji vî karî berdin, an jî hûn dê hemû wisa tasfiye bibin.

Di vê pêvajoyê de yan dê koledarî bihata pejirîn an jî dê riya berxwedaniyê bihata hilbijartin. Wê demê biryar hate stendin ku encam çi dibe bila bibe divê em li ber xwe bidin. Yanî PKK li ser esasê biryarbûna şehîd çêbû.

Ji vê şûn ve jî PKKê di pêşveçûyîna xwe de, di têkoşîna xwe de û hebûna xwe de ji şehîd hêz girtiye. Tiştekî pir balkêş e ku, neyar hinek kes ji PKKê şehîd kirine ku PKK bi paş bikeve, lê berevajiyê vê yekê PKK bi şehîdan ve pêş ket. Weke ku dîrok jî eyan e, ji bo PKK qels û lawaz were xistin gelek caran komplo hatine pêşvexistin, lê berevajiyê vê PKK tu caran lawaz neketiye her ku çûye xurt bûye. Bi her şehadetê re bêhtir bi hêrs û kîna tolhildanê PKK xurtir û bihêztir bûye. Her kes wisa tevlî bû û wisa tevger mezintir bû.

Weke hûn jî dizanin di 12’ê rezberê de gelek girtiyên me çêbûn. Ji bo ku dijmin di zindanê de tasfiye bike gelek bi ser hevalêan de diçe, her wiha gelek hevalê jî şehîd dikevin. Mînak hevalêên weke Cîn Alî di bin lêdanê de şehît dikevin. Piştre berxwedan dest pê dike, destpêkê hevalê Mazlum Dogan û piştre jî hevalê Ferhat Kurtay ew li hember vê zilmê berxwedaniyê dikin û şehîd dikevin. Ji ber ku gelek kes wê demê bi tasfiyetiyê re rû bi rû ne. Di heman demê de Ferhat Kurtay bi peywira navendiya partiyê ve tê peywirdarkirin. Tu kes vê yekê nizane, lê piştî ku Yildirim Merkît (jixwe piştre hate cezakirin) xiyanetê dike û radest dibe ev yek aşkera dibe. Ferhat Kurtay ji Qoserê ye û muhendis e, wisa tevli partiyê dibe.

Li hember vê zilmê pêwîstiya çalakiyekê dibînin û bi hev re biryar digirin ku xwe bişewitînin. Di PKKê de şewata yekem di 18 gulanê de dest pê dike. Dibêjin em ê bi çi xwe bişewitînin, dihizirin ku di boyaxê de tîner heye, ev jî madeyeke sotînêr e. Lewma boyaxê dixwazin tînerê ji nav diparzînin xwe tazî dikin, bi ser laşên xwe de berdidin û xwe dişewitînin. Her çar heval wisa xwe dişewitînin. Dema ku hinek kes pê dihesin ev hevalê xwe dişewitînin, dixwazin agir bitefînin, ew dibêjin, “agir tefandin xiyanet e, agir gur bikin.”

Vaye giyana PKK ev e, wê demê artêş nîne, çek nîne, tenê bawerî heye, îdeolojî heye. Dema ku Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş vê bûyerê dibihîsin, ji ber ku tecrît heye zû nabihîsin, dibêjin lazime em xwe şehîd bixin ku em vî dengî netefînin. Dema ku heval vê yekê dibihîsin, hevalê Xeyrî dibêje, ev yek peywira me bû, Ferhat peywira me bi cih anî, ket pêşiya me. Hevalê Xeyrî rastî hevalê Kemal tê jê dipirse, dibêje pêwîst e em çi bikin, Kemal dibêje, Pêwîst e em xwîna xwe birijînin. Yanî ji bo ku partî were jiyîn, pêwîst dike ku em xwîna xwe birijînin. Wisa ev çalakî di 14 Tîrmehê de dest pê dikin, wisa çar hevalên din jî şehîd dikevin. Ev bûyer di zindana Amedê de sala 1982’yan diqewimin. Ya destpêkê di 21 Adarê de hevalê Mazlum Dogan, ya din di 18 gulanê de hevalê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Necmî Oner û dîsa çalakiya din di 14 Tîrmehê de dest pê kir û di meha rezberê de li dûv hev, hevalê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akif Yilmaz şehîd ketin.

Ji vê partî çi girt? Partî ji vê hêz girt. Bi van hevalan ve, di hundirê zindana Amedê de hevalan xwe bi tevger kirin, tevger kirin û piştre bû kelha berxwedanê. Li ser esasê şehadeta van hevalan vegera welat hate biryarkirin. Kongreya duyemîn di sala 1982’an de çêbû. Piştî şehadeta hevalê Mazlum Rêber Apo wiha got, “êdî mirin ji bo me erzan bû, berê destên me bi zincirên neyar hatibûn girêdan, êdî zincir ji destên me vebûn.” Wisa vegera welat çêbû. Çawa ku li ser bingehê şehadetên hevalêê Hakî Karer û Halil Çavgun biryardariya partîbûnê çêbû, li ser bingehê şehadetên zindana Amedê jî bi armanca şerê çekdarî vegera welat çêbû. Ev yek bû bingehê pêngava 15 Tebaxê. Piştî wê di sala 1986’an de bi şehadeta hevalê Mahsum Korkmaz re pêngava artêşbûnê hate avêtin. Hetanî wê demê hîna di şer de dudilî hebû, lê bi şehadeta hevalê Egît re biyardarî pêş ket ku şerê gerîla li her deverên welat belav bibe.

Erka bingeh a Akademiya Mahsum Korkmaz jî ew bû ku, bingehê artêşê biavêje û xurt bike. Wê demê Serokatiyê ji bo hevalê Egît wisa digot, “çi hevalêekî weke şekir e, çavên mirov her li hevalekî weke Mehsum digere.” Yanî çavên mirov li hevalên weke wî xwedî biryar, bihêz, zana û xurt digere. Vê yekê li Kurdistanê şoreşa vejînê çêkir. Şoreşa vejînê bi xwe re tevgera serhildanê bi rê xist. Serhildan li ser çi çêbû? Li ser şehîd çêbû. Serhildana di destpêka sala 1990’î de li Nisêbînê li ser esasê xwedîderketina li cenazeyên hevalên li Xabûrê şehîd ketine çêbû. Bala we li ser be ev yek niha jî wisa ye, serhildana dawî ya Amedê jî dîsa li ser vê esasê ye. Li ser esasê li şehîd xwedî derbikevin, çar rojan Amed hate bidestxistin, hemû şûngeh û cihên dewletê hatin dorpêçkirin.

Di Kurdistanê de şehîd ji bo têkoşîna azadiyê bûye kaniya hêzê. Bûye bingehê biryarbûnê û bûye bingehê wêrekiyê. Bi vî rengî em hetanî roja îro hatin.

Pêvajoya nû pêvajoya yekê Hezîranê ye. Yekê Hezîrana 2004 esas weke 15 Tebaxa duyem e. Serhildaneke nû ye. 15 Tebaxê esas bêderfet, bêîmkan serhildaneke çekdarî ye. Li ser bingehê stratejiya rizgarkirina vê axê serhildaneke çekdarî ye. Yekê Hezîranê li ser merc û şertên ku gelekî nû hatiye avakirin, şoreşa vejînê çêbûye, li hember êrîşên neyar di çerçoveya stratejiya parastina rewa de bi rê ketiye. Her wiha gaveke dîrokî ye û gaveke nû weke ya duyemîn a 15 Tebaxê ye.

Ev ji ber xwe ve çênebû, bi ruhekî çêbû. Bi wî ruhê fedayiyane ku li ser axa welat pêngaveke mezin çêkir. Çawa ku gava 15’ê Tebaxê li ser ruh û giyaneke wisa çêbû, her wiha gava yekê Hezîranê jî li ser giyana Erdalan, Mahîran û Şevgeran çêbû. Bi vî awayî çepergirtina HPG’ê li bakur dorfireh çêbû. Ev giyanek bû, ev berdewama xeta, Hakî, Çavgun, Mazlum, Kemal, Xeyrî, Ferhat û Egîdan e. Di vê tevgerê de her şehadeteke mezin bûye sedema avakirina qonaxeke nû.

Dîsa Bêrîvan di Cizîrê de bi şehadeta xwe ve bûye remza tevlibûna keç û jinên kurd ên nav şoreşê. Piştî berxwedana Bêrîvan ref bi ref keçên ciwan tevli refên vê tevgerê bûn. Berê jî hebûn, lê vê berxwedanê bi xwe re qonaxeke nû da destpêkirin. Çalakiya Zîlan bi xwe re di taktîka şoreşê de qonaxe nû ava kir. Ruhê fedayî êdî bû taktîk û şêwazek. Giyana fedayîtî di destpêka PKK’ê de heye, fedayiyê yekem Serok Apo ye, Mazlum Dogan e, ji bo partî jiyan bibe xwe feda kir. Lê bi Zîlan re ev êdî bû taktîk û şêwazek.

Dema ku mirov li dîroka me temaşe bike, her dem şehîdan rolekî esasî lêyîstine. Vê tevgerê her xwe bi şêhîdan re mezin kiriye. Ji bo wê yekê jî em dibêjin, ev partî partiya şehîdan e. Ev gotin vala nîne.

Sêzdeh rojên din du salên pêngava yekê Hezîranê temam dibin. Di hundirê van du salan de nêzî 300 heval şehîd ketine, hemû jî bi fedayiyane şehîd ketine. Yanî ne bi rasthatinî ketine kemînê yan jî cihên din. Bi berxwedanî şehîd ketine, hemû fedayiyane ne. Esaret pir kêm in. Di şer de tu kes bi çek nehatiye girtin. Bi zanistî û fedayiyane nêzîkbûnek heye. Vî ruhî bi xwe re pêşveçûnên mezin çêkirine.

Piştî ku komploya navneteweyî serokatiya me dîl girt, gelek derûdoran –ku gelek ji van dewletên xwedî hêzên îstîxbaratî ne- gelek saziyan wan mînak saziya hizir a Îngilistanê ku gelek nirxandin û analîzên nêzî rastiyê dikin li gor xwe. Hizra van saziyan hemûyan çi bûn, digotin temenê PKK piştî serok Apo ancax salek be. Piştî salekê me dît li Qendîlê şerek çêbû û komployekî herêmî pêşket. Lê şîroveyên bi vî awayî domandin. Her digotin, temenê PKK’ê kêm maye, dê parçe bibe, tasfiye bibe li ber qedînê ye.

Piştre em aşkera hînbûn ku ev van şîroveyan li ser hinek agahî çêdikin. Ji ber ku xiyaneta Ferhat û Botan hîna di sala 97’an de li vê herêmê çêdibe. Hîna wê demê ew diyar dikin ku ew ê li dij serokatiyê xwedî helwest bin. Yekî din jî heye Kanî Yilmaz, jixwe îstixbarat dizanin ku ew ne di xeta serokatiyê de ye. Ji ber ku bi wan re ye. Yanî dema ku ew sazî dibêjin dê PKK tune bibe hindek agahî di destên wan de hene.

Lê ew di mijara Rêber Apo de xapiyan, wan hêza Rêber Apo baş şîrove nekir. Rêber Apo, ew qas, têkoşîn avakiriye ku, ew qas kadro afirandine ku, ew qas îdeolojî sazkiriye ku, ew çend kesan bikaribin bikirin jî nikarin wî li paş bihêlin. Tu kesî nekarî vê rastiyê baş tahlîl bike. Lê dîrokê raber kir ku hêza Rêber Apo gelek ji texmînên wan mezintir e.

Ji bo ku konseptê temam bikin û PKK parçe bikin, di sala 2004’an de gava dawî avêtin. Lê nikaribûn tu tiştî bi ser bixin. Piştî ku ev yek ji aliyê Serokatiyê ve zelal hate fêmkirin, li ser bingehê parastina rewa bi pareznameya “Parastina Gelekî” ve perspektifek nû pêş xist û fermana ji nû ve avakirina PKKê da. Pêvajoyeke nû bi rê xist.

Pêngava yekê Hezîranê li ser berxwedana şehîdan û hewlên Serokatiyê ve pêş ket. Gelek derûdoran digotin ku piştî Ocalan çû êdî ev nikarin şer bikin, her ku biçin dê kêm bibin û tune bibin. Ji ber ku şer giran e, nikarin weke berê fedayîbin, lê ev du salên dawiyê çi raber kir, şerê fedayiyane aşkera diyar kir. Niha taktîk û îdeolojiya Serok Apo di Kurdistanê de her weke berê ye û ji berê jî xurtir e. Xeta Rêber Apo di çareseriyê de faktora esasî ye. Ev yek bi vê pêvajoyê re hate peyitîn. Bi taybet sala dawiyê yanî ji Newroza 2005’an şûn ve bi îlankirina KKK’ê ve di gerîla de pêşveçûyîneke nû çêbû. Bilindbûn û berxwedanek çêbû. Bersiva vê yekê gelê kurd da, bi meşa Gemlîkê ve dest pê kir, bi serhildanên Şemzînan, Gever û Colemêrgê ve domiya. Di salvegera 15 Sibatê de li çar parçeyên Kurdistanê protestoyên gelê kurd bilind bûn, li Makoyê deh mirovên kurd hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn. Li her deverê Kurdistanê bi sedan kes hatin binçavkirin, lê niha gelê kurd li hember vê yekê helwesteke nû bi pêş xist. Careke din bi helwesteke neteweyî ve li hember komploya navneteweyî helwesta xwe raber kir.

Dîsa pîrozbahiyên 8 Adarê ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye û ev li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin, îsal li Kurdistanê pir zêde hate pîrozkirin. Pir cewaz, coşdar, bi tevlibûneke mezin û xwedîderketina li Rêber Apo pîroz bû. Li cihekî weke Botanê, hem li bakurê Cudî û hem jî li Başurê Cudî hem li Sîlopî û hem jî li Şirnexê bi qelebalixên mezin pîroz bû. Li Kurdistanê jinên kurd raberkirin ku çawa gihiştine asteke bilind. Çawa li doz û şoreşa xwe xwedî derdikevin. Li her derekê hate pîrozkirin, lê li Kurdistanê pir cewaz û bi tevlîbûnên mezin ve hate pîrozkirin.

21’ê Adarê jî bi tevahî weke platformeke Rêber Apo hate pêşwazîkirin. Ji ber ku konsepta di çarçoveya komploya navneteweyî de tê pêşvexistin, bi taybet çareseriya bêyî Ocalan disepîne. Li hember vê gelê me pêwîst dît ku Newroza 2006 weke Newroza Rêber Apo pêşwazî bike. Ev helwestek bû.

Jixwe hîna di 2005’an de referandûma Serok Apo dest pê kiribû. Di bihara 2006’an de referandûma Serok Apo gihîşt lûtkeyê herî bilind. Ev bersiveke pir girîng bû. Gelê kurd raber kir ku çareseriya bêyî Rêber Apo û bêyî PKK ne gengaz e. Ev yek xeyal e, qet nabe, zemîn û bingehê vê yekê qet nîne. Mirov dikare bibêje ku belkî kêm belkî jî zêde gel û gerîla bi hev re li peywirên xwe xwedî derketin. Di Newroza dawiyê de ev derket holê, dewlet ji vê yekê tirsiya, lewma operasyon derxistin. Her wiha di bin fermandariya hevalê Êrîş û Kawa de rexmî ku di nava wê berfê de tu derfetên wan ên rizgarbûnê tunebûn, ew kevneşopiya berxwedanê domandin û wisa li peywirên xwe xwedî derketin. Wisa çardeh hevalê şehîd ketin. Bi wê qehremaniyê ve şehadeta wan hevalêan ji bo serhildanê bû peyam.

Ev komeke pir balkêş e, temsîliya neteweyî dike, ji çar parçeyên Kurdistanê tê de hevalê cihên xwe digirin û bi biryareke mezin û qehremaniyê ve şer kirin. Bi taybet gelê Amedê ev peyam baş girt û li cenazeyên xwe xwedî derket. Serhildan rakir û neyar di cihê wan de qefalt. Li wê derê jî hefteyekê bû raperîn û panzdeh şehîd hatin dayîn. Di dîroka berxwedanê de asta herî bilind hate girtin. Vê raperînê di hefteya şehîdan de dest pê kir, ku hûn dizanin ji Newrozê hetanî 28’ê adarê dîroka şehadeta hevalê Egît e, hefteya şehîdan e, çar rojan li ser hev domand û piştre pêl bi pêl li hemû bajarên Kurdistanê belav bû. Dibe ku di vê hefteyê de 15 şehîd hatin dayîn, lê helwesta ku hatiye raberkirin, helwesteke pir girîng bû, tevahiya cîhanê şîrove kir.

Van raperînan pir aşkera raber kir ku, têkoşîna rizgariya Kurdistanê êdî ne PKK û gerîla li çiyan didin meşandin, vaye gel dimeşîne, gel li bajaran dimeşîne. Hem jî ne bi çend kesan bi girseyên mezin. Li Amedê derveyî birîndarên kêr û keviran tenê yên ku bi guleyan birîndar bûne, 340 kes in. Çapemeniyê nikaribû hemû tiştî bide, çar rojan li Amedê dewlet rawestiyabû nikarîbû tevbigeriya, raperîneke pir cidî hebû. Ev gihiştina asta têkoşîna kurd e.

Îro pirsgirêka kurd ji her demê zêdetir di rojeva cîhanê de ye. Lewma îro dewleta tirk ketiye panîkê, 300 hezar leşker anîne Botan û Zagrosê, bi artêşa Îranê re hevkariyê dike, artêşa Îranê tê wargehên me bombe dike, ev ne ji ber xurtiya wan e, ev ji ber qelsiya wan e. Piraniya van jî guregur in, em ji wan gureguran jî natirsin.

Her kesî digot êdî tevgera Apoger nikare gel rabike serhildanê. Lê hate peyitandin ku, hem dikare weke berê bi fedayiyane şer bike û hem jî dikare weke berê û ji berê zêdetir gel rabike serhildanê. Êdî ev yek jî me berbi çareseriyê ve dibe. Ev hemû jî bi keda bêhempa ya Rêber Apo ve çêdibe. Her wiha bi keda 300 şehîdên fedayiyane yên qehreman çêdibe. Em li ser pişta wan îro li vir in, ger ne ji ber wan bûya diviya ku em îro li vir bûna. Ger îro pirsgirêka kurd ketiye rojeva cîhanê, ger îro li Kurdistanê pêşveçûnek mezin çêbûye, ger di têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê de bilindbûnek çêbûye, ger îro pirsgirêka kurd hatiye ber deriyê çareseriyê di bin wê de xwîna şehîdan heye. Keda rêber Apo heye.

Dîsa şehîd Viyan Soran pêwîstiya çawaniya milîtaniya hemdemiyê pir aşkera raber kir. Bedena xwe şewitand û xwe ji me re kir ferman. Ev hevalên dawiyê şehîd ketine, min pir ji nêz ve nas dikirin. Dîsa hevalên ku li Cudiyê di bin fermandariya hevala Yildiz de şehîd ketine ez wan jî baş nas dikim. Hevala Yildiz, bi xwe fakulteya çapemeniyê xwendibû, demekê li Ewropa di Roj tv dê bername çêdikirin. Hate welat qet di gerîla de nemabû. Dît ku pir kes çavên xwe li rehetiyê ne, gelek kes dibêjin, nizanim ez çi me, nizanim ez çi me, lê wê bi xwe jî çapemenî xwendiye û kar jî kiriye. Wê got ez ê leşker bim, weke din tu karan nakim. Li hember kesên li rehetiyê digerin bû helwestek.

Yanî ev rastî hemû dipeyitînin ku PKK partiya şehîdan e, bi hêza şehîdan ve hetanî roja îro mezin bûye û hatiye. Di şoreşa vejîna gelê kurd de rol û hêza şehîd bênîqaş e. Lewma ji bo me şehîd her tişt in. Ji ber ku şehîd hîmê bingeh ên şoreşa vejîna kurd in.

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan