Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

reber apo3Em dikarin bibêjin êdî ew serdema xwe xetimandina ku di dîroka me de gelekî tê dîtin û bi xiyaneteke di xwe de berovajîkirina karan qediya ye. Pêşveçûyîneke herî girîng jî ev e. Dixwaze bila di hundirê partiyê de be, dixwaze bila di eniyên berxwedana netewî de be, êdî kes nikare bi xwe re her tiştî veşêrin. Rexmî hemû vaca xiyanetê û pratîka wê, hindekî hatiye eşkerekirin ku, êdî kes nikarin bi xwe re her tiştî bibin binkeftinê.

Gelek hewl hate raberkirin; hate xwastin ku wisa xwe weke miriyan bigrin, xwe biqedînin, xwe veçirînin û bi mirinî xwe veşêrin, lê ji vê yekê re firsend nehate dayîn. Yanî em dikarin bibêjin, me wilfa “di xwe de qedandina jiyanê” ku weke çarenûsa netewî tê dîtin şikand.

Me ev wilfa nejiyînê û mirinê şikand, him jî me bi hişmendî şikand. Lê ma tam ketina riya jiyanê, ketina riya serkeftinê çêbû? Mirov nikare bibêje ku em tam ketinê. Encax a niha heyî jî pêşveçûneke kêm nîne. Ji aliyê me ve serkeftineke girîng e ku em firsendê nadin kuştina her tiştî ya bi kesayetên we yên mirinî û nêzîkatiyên we yên kirêt.

Niha hun dibînin ku, rastbû ku kesên herî xwe girêdayî dihesibînin jî temsîlkariya mirinê dikin. Û ev mirinî li ser hemû derfetên vejîna jiyana me disepandin. Em hîna jî we lêpirsîn dikin.

Hun çiqas di hundirê jiyanê de ne, çiqas derveyî wê ne?

Hun çiqas xalên mirinî, tarî û cemidî ne? Hun çiqas derfetên vejînkar, ronak û jiyana germîn in?

Em dixwazin van eşkere bikin.

Bi taybet hun çiqas xwedî binkeyeke kirêtkar, koranî û xirabkar in? Hun çiqas bi van re xwedî nakok in?

Hun çiqas bi xweşikirinê, başkirinê û hewlên rastkirinê ve girêdayî ne?

Em van jî eşkere dikin.

Ev jî bi qandî şer karên girîng in.

Yek jî em di vî alî de gelekî ponijîn.

Em hîna berxwedanên li hember vê pêşveçûyînê jî dibînin. Baş e, ma ez we înkar dikim an hun min înkar dikin? Ma ez xweşikiyên we tarî dikim, an hun xweşikiyên ku ez dixwazim derbixim holê tarî dikin?

Ma ez ronahiyê avadikim an hun?

Yê ku tarî dike kî ye, yê ku ronî dike kî ye?,

Yê ku hêviyê şîn dike kî ye, yê ku hêviyê tune dike kî ye?

Diz kî ye, yê xwedî ked û afirandêrê nirxan kî ye?

Bêguman a ku me pêkaniye wisa pêşveçûyînê ketûber û erzan nîne. Egîdî, merdî wisa bi şerê çeka destan nîne. Hele di hawirdora civakeke weke me de ku her teşeyê namerdiyê bi pêş ketiye de, karekî herî zehmet e ku mirov wesfandina mirovê rast, merd û watedar bike û wan eşkere bike. Di serdem û sîstemeke wisa xwedî ketîbûn, namerdî, ketîbûn û kirêt de, bi ser van ve çûyîn û bi hindek derbeyan gêjkirina wan karekî hêsan nîne.

Na. Weke ku ev yek ne hêsan e, hêja ye ku mirov li ser çawaniya kirina wan raweste. Bi tevahî me xwast ku em di vê derê de xwedî puxteyeke rastbin. Me got, a girîng serdestkirina fêmkariya rastiyan e. Li şûna meşandina hindek kesan a li gor dilên xwe, me eşkerekirina rastiyan esas girt. Di nava rastiyeke wisa xwedî kesên fanatîk, kesên xwe wendakirî de yan jî her kêlîkê bi xwe wendakirinê re rûbirû de bi şêweyeke din nêzîkbûn, di vê rewşê de, dê biba bêrêziya li hember wan jî.

Dema hun fanatîkiya xwe, reva xwe ya ji rastiyan û nexwastina xwe ya nêzbûna ji rastiya serkeftinê re bînin ber çavan, dê baş were fêmkirin ku rewş çiqas sotîner in û bi ser xwe ve hatin çiqas girîng e.

Divê mirov hindek tiştan misoger rast şîrove bike û mafê wan bideyê. Bi zimandirêjiyê, bi nebesiyê û bi lîstina rastiyan ve ev kar nameşe. Ev sedemên herî bingehîn ên ketîbûnê û bêşerefiyê ne. Wisa bi çavşilî û sewdaseriyê ve xwe spartina hindek nirxan jî, weke tê hizirîn başî nîne. Ev nêzîkatiya di nava me de xwedî bandor jî pir zêde bi bênamusiyê re pêwendiya xwe heye. Me xwast em wê jî raber bikin. Bi kêmanî qandî eniya şerê germ, me di eniya giyanî de jî şerekî wisa da.

Ji ber ku kirêtî li lutkeyên jor in. Ji ber ku di giyanan de gelek tiştên tarîkar û berbi binkeftinê dibin hene. Me ev hemû raber kirin. Ger egîd e bila derbikeve meydanê! Çima tarî dike û bi kesayeta xwe ya mîna bîra bêbinî gelek tiştan dadiqurtîne? Me nexwast em firsendê bidin van.

Dîsa me mirintî û rizîbûna we jî derxiste holê. Me raber kir ku di nava we de çiqas mirovên ji jiyanê eciz, bêbergeh û rastiya jiyanê peyda ne. Me kesên ne di ferxa mirina xwe de ne destnîşan kirin.

Li gel vê yekê pir zarokîbe jî, me hewes, daxwaz û azweriyên xwe jî raberkirin. A şerm ne ev e, ya şerm nuximandina xafleta xwe ye. Nuximandina qedîna xwe, bêrêziya xwe û rizîbûna xwe ye. Dîsa me bi neketina van ve ya herî baş kir.

Vaye, em hindek tiştan didin eniyên şerê germ jî.

Vaye, em hindek tiştan didin giyanên tarî û qerisî jî.

Em di giyanan de jî tevgereke paqijiyê bi pêşdixînin. Dixwaze bila li xweşiya we biçe, dixwaze bila neçe, em bi karên wisa re mijul dibin û şêwaza me jî wisa ye. Ger çareyên we yên dijber û tedbîrên we hene, hun azad in pêşkeş bikin. Bes bila, ji jiyanê re ne bêrêziyeke mezin be, bila her tiştî kirêt neke û nexîne bin erdê. Xwastina vê yekê şervanî ye, tekoşîn e. Bila tu kes bi zimandirêjî û demogojiyê ve wêrekiya berovajîkirina karan û nîşandayîna li gor xwe raber neke. Bila ji yê ne zilam re nebêje zilam û ji nebes re nebêje bes e. Bila navên wiha li sexte û kirêtan neke.

Rastiya kê çi ye bila wisa derbikeve holê.

Li hawirdoreke wisa di bin desthilatiya derewan de, başiya ku em bikaribin bikin ev e.

Kesê ku ji bûyîna ziman û çalakiya rastiyê direve ne em in. Weke ku tê dîtin em kêm an jî zêde hindekî bersiv didin her tiştî. Lê zilamên me zêde wisa nabin, semyan, xwedî otorîte û encamgir nabin. Bersiveke bi şêweyê fermandaran û rêberan nadin. Alîkariyên xwe encax pir sînordar û bi lewazî pêşkeş dikin.

Baş e ma em wisa dixwazin? Naxêr!

Berovajiyê vê, em di hewayeke zehmet a besiyê de dixwazin hişyarbin û me li ser vê bingehê piştgirî da. Weke tê dîtin, ger mirov di azîne û riyekê de xwedî israr be dikare bi pêş bikeve. Me raber kir ku em çawa çareyên di xwe de derdixin holê. Bi vê yekê ew hate serxistin: ji bo serkeftineke bes, belkî me daxwaziya xwe bi dest nexist, lê me firsend jî neda ku hindek kes bibin binkeftinê. Me ev firsend ne da dijmin ne jî da kesên di hundirê me de hatine xistin û ketine binkeftinê. Vaye başiya me di vê derê de ye. Di vê mijarê de ne dijmin bi me da xwarin ne jî rengdayînên wê yên hundirê me.

Ez bawerim em bi têrahî ji piyan sekiniyan, me pêngavên dijber pêşwazî kirin û me pêngavên xwe sepandin.

Baş e, ma dê vê yekê fêm bikin? Ew der karê wan bi xwe ye. Piştî ku yên li ser milên me, me pêkanîn, êdî guneh ji stuyê me derketiye. Ez hindekî çibûna gunehê dizanim. Piştî ku me guneh ji ser xwe avêt, gunehkar çawa dimirin bila bimirin, ew min eleqedar nake. Rexmî ku me evqas riya heq û sewabê nîşanda û bangî vê yekê kir, ger hîna nakeve vê riyê û di nekirina ya pêwîst de israr dike, ew gunehkar û reben e. Û li kû derê çawa diçe bila biçe, bes bila zerarê nede hawirdorê. Vaye divê em hindekî tedbîra vê yekê bigrin. Mirov dikare encax wisa hesabê wijdanê bide.

Em bersivên wisa digihînin zindîbûna biharê. Li beramberî zindîkariya biharê, zindîkariya me jî wisa dibe. Giyanên ku ji vê yekê fêmnakin, ger êdî fêm bikin ji bo başiya wan e. Di nava gelekî de bi israr kesên ku evqas erzaniyê dijîn, kesên ku destûr didin her şêweyê bi jêr ve çûyîna gel, kesên ku çavên xwe bernadin bilindahiyan û kesên ji dil ji çarebûnê bawer nakin hebûn bi şûn ve, divê wisa xwe derxistina şoreşeke weke min jî divê sosret neyê dîtin.

Ev tolhildanek e, ma em çima serî bitewînin?

Min her tiştên wisa kir û ez kirina vê jî didomînim. Kesên li dij vê bila xwedî hêz bin û bikaribin qonaxa me bihejînin. A min jî şervantiyek e û ya we jî. Ez bi dilxwazî li ser kesên ku dixwazin di nav şervaniya min de cih bigrin re nêzîkatiyekê bi pêş dixînim. Li hember kesên beramberî xwe jî hindek tiştan bi pêş dixînim. Ên li beramberî min jî û yên li gel min jî xwedî maf in ku hindek tiştan bi pêş bixînin. Lê dirijin. Bêguman sedama vê yekê ne ez im. Ger dijmin jî, nikare baş dijminiya xwe bike berpirsyarê vê yekê ew bixwe ne. Kesên ku dixwazin me bixînin jî, bila xwedî hêz bin. Oportunîstek jî dikare xwe rêxistin bike. Oportunîstek jî dikare rêxistinekê ava bike yan jî partiyekê vala derbixe. Ger hun wisa bikin jî, dê ji we re bibêjin bijî. Pir mixabin, di gelek oportûnîstên nava me de ev yek jî ne peyda ye.

Em jî li ser karê xwe ne. Em tu kesî naxapînin, an jî em bi rica û minet nabêjin werin vê yekê bikin. Ji kesên ku bi dildarî xwe diavêjin nava van karan re gotina me ya “li gor esasê kar were rastiyê” yan jî “bigihê şêwaza wê, bigihê terbiya wê” divê bi dilnizmî were pêşwazîkirin. Li vê derê girîn nabe mijara gotinê.

Ger egîdî tê xwastin, tu nikarî wê wisa bi rebeniyê kirêt bikî, nikarî bêçare bisekinî. Pêwîstiyên vê hunerê hene.

Pêwîstiyên hunera egîdiyê hene. Ger tu wan bi cih bînî, wê demê mirin jî dibe xwedî nav û navdariyekê.