Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Serokê Navenda Parastina Gel Duran Kalkan

h.abbas2Parastina rewa tê wateya rewşek bîrdariyê, rewşek bi feraset û weke takekes û civak rêbazê seknekê ye. Rêber Apo weke xetekê prensîba vê ya bingehîn wiha pênase dike: "hêza me ya binxistina cîhanê jî hebe emê êrîşê ti kesî nekin, cîhan bibe yek û bê ser me de jî emê ti caran dev ji mafên xwe yên rewa bernedin." Tê wê wateyê ku ev rêbazê sekinandinê rewşa parastinê îfade dike, li hember êrîşan berxwedanê digre nav xwe. Di bin her şert û mercê de tê wateya parastina mefên ku çavkaniya xwe ji bûyîna civaka azad a takekes û mirovbûnê digre, vê erkê parastinê îfade dike.
Vê parastinê jî mirov dikare di sê beşande binirxîne; ev jî weke parastina qada fikrî ango parastina îdeolojîk, dîsa parastina qada civakî ango parastina siyasî û parastina leşkerî ango parastina çekdarî ye. Ji bo takekes an jî civakê parastina îdeolojîk, parastina siyasî an jî parastina çekdarî li hember her awayî êrîşên li ser qada jiyanê rewşa xwe parastinê îfade dike. Parastina îdeolojîk hilberandina raman e û li ser hîmê hûner û wêje tê wateya meşandina tekoşîna îdeolojîk. Parastina siyasî di çarçoveya tevahî rêxistinbûnên aborî, civakî û siyasî de pêşxistina tekoşîna serhildanên demokratîk e. Parastina çekdarî jî li ser hîmê gerîla û parastina cewherî de di şerê parastina rewa de îfadeya xwe dibîne.
Em heta niha di çarçoveya parastina rewa de li ser serhildan û parastina çekdarî sekinîn. Me çalakiyên gel yên demokratîk û şerê parastina rewa ya bi girêdayî gerîla û parastina cewherî weke feraseta bingehîn a parastina rewa girt dest û nirxand. Bê guman ev xal giringin. Lê belê, yek jê qada herî esasî ya sekin û jiyana takekes û civakê qada ma'anewî, an go qada fikrî û ya îdeolojîk e. Madem ku parastina rewa weke seknek takekesî û civakî derdikeve pêşberê me, wê demê divê tevahî qadên jiyana takekesî û civakî jî bigre nav xwe. Ji ber vê yekê li gel şerê parastina rewa û serhildanan pêwiste tekoşîna îdeolojîk jî giring bê dîtin, her wiha di pileyek pêş de bê lêkolînkirin û nirxandin. Li gel parastina qada siyasî û çekdarî, di pileya yekem de cîh dayina parastina îdeolojîk di cîh de ye. ji bom înak Rêber Apo jî niha di sekna parastina rewa de ye û tekoşîna parastina rewa dimeşîne. Di her hevdîtinê de ji parêzerên xwe dipirse ka gelo li hemeber wî ti êrîşek heye an nîne, ji wan dixwaze ku ger êrîş hebe him jê re bê gotin û him jî bersiva van êrîşan bê dayîn. Li hember êrîşan divê bê agahdarkirin ku bikare xwe biparêze. Rêbertî tevahî gotinên xwe û nivîsên xwe weke tekoşîna parastina xwe pênase kiriye. Herî dawiyê dema parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekê pêşkeşkir diyar kir ku li hember tevahî êrîşên îdeolojîkî, bi vê pirtûkê xwe û rastiya serokatiya xwe diparêze.
Ji aliyê din ve jî ev rastiye ku di roja me ya îro de ji sedî dot ê êrîşên li dijî takekes û civakê bûne êrîşên îdeolojîk. Di serdemên berî de di demên ku civak ev qas bi hev re pêwendîdar nebûn, amûrên ragehandinê ev qas pêşketî nebûn, li ser takekes û civakê firkên cûda ev qas bi bandor nebûn, bi kurtahî û bi gotina giştî di dema ku cîhan weke gundek kurewî nebû de êrîşên li hember takekes û civakê jî îdeolojîk û fikrî zêdetir êrîşên siyasî û leşkerî bûn. Desilatdariya siyasî dihat damezrandin, dewlet dihat avakirin, li ser takekesan jî bi girêdayî zor û zextan desilatdariya dewletê dihat pêşxistin. Dîsa şer dihat kirin, civak an bi temamî ji şûr dihatin derbaskirin bi giştî komkujiya fizîkî dihat kirin, an jî bi zora çekan digirtin bin desilatdariyê. Li cihekî dihatin esîrkirin. Bi vê awayî di esas de êrîşên li dijî takekes û civakê bi giranî leşkerî û siyasîbûn. Êrîşên li dijê cîhana ma'newî kêmbûn, bi sînorbûn. Ji berk u di destê desthilatdaran de ew amûr tunebûn. Ji bo pêkanîna vê jî hîn ew qas bi rêxistinkirî nebûn.
Lê belê di nîvê duwemê sed sala 20. de şoreşa zanist û teknîkê di van aliyan tevan de guhertinên bingehîn çêkir. Sîstema dewletparêz a kapîtalîst a ku bi şerên cîhanê tevahî cîhan xistibû bin desilatdariya xwe, dema ku bi hêzek wiha re bû yek di êrîşên li dijî takekes û civakan d jî şêweyên nû yên şer ketin rojevê. Ji vê re şerê psîkolojîk û îdeolojîk tê gotin. Serokê DYE'ê Bush jî îlan û îfadekiribû ku şerê cîhanê yê sêyem ê kul i dijî Rojhilata Navîn daye destpêkirin şerek îdeolojîk e. Her wiha qadên şer guherîn. Aliyê leşkerî ket plana pişt de. Bêgûman ev nayê wê wateyê ku pevçûnên leşkerî negiringin an jî li ser mirovahiyê metirsiyê çênakin. Bi girêdayî teknîkê di amûrên şer de jî astekî mezin derketiye holê. Dibin tehdîta bombeyên nûkleerî de ku di nîvê duwemê sedsala 20. de hat pêşxistin, tevahî mirovahî û cîhan her kêliyê bi tehdîta tunebû re rû bi rûye. Dîsa li holêye ku sîstemên fuzeyan yên ku di astên cûrbecûr de hatine pêşxistin di taktîkên şer de çiqas guhertin çêkirine û li ser jiyana takekesî û civakî çiqas texrîbatên giran re rê vikiriye. Me ev yek herî dawî diş erê DYE-İraqê de bi awayek zelal dît. Bi heman awayî em vê di rastiya xwe de jî dijîn. Li ber çave ku êrîşên dewleta Komara Tirkiyê li hember me pêş dixe xwedî texrîbatên çiqas girane. Ji ber vêyekê ev rastiye ku di taktîkên şer de jî di destê dewletên desilatdar yên li ser cîhanê serweriyê dimeşînin de astekî ku bikarin mirovahiyê deh caran tune bikin heye. Amûrên şer yên pir texrîpkar hatine çêkirin, li ser vê bingehê di taktîkên şer de jî guhertinên giring çêbûne. Wek berî şerên dem dirêj nebin jî ev rastiyeke ku ev ast di her êrîşekê de çiqas wendahiyên giran re rê vedike.
Lê belê ger bê dîqat kirin, ev hêza texrîpkar ê teknîka şer de her ku diçe di tekoşîna berjewendiyan de rewşa bikar anîna amûrên leşkerî û dema wan kurt dike û kêm dike. Di dewsa vê de ji bo li ser takekes û civakê desilatdarî, zext û mêhtîngerî bê domandin û hîn bi qetmer bê pêkanîn weke qada şerê nû şerê îdeolojîk dikeve rojevê. Ji aliyekê ve mirov û civak di bin gefa şerê nûkleerî de nikarin li dijî sîstema desilatdariya heyî derkevin, jê ditirsin û ji aliyê din ve jî cîhana fikrî û rûhî yê takekes û civakan bi girêdayî hêza amûrên ragehandinê digrin bin venêrînê û alîdidin. Ger rûh, hest û fikrê takekes bê alîdan, bikeve bin bandorê, di çarçoveya berjewendiyên sîstema dewletparêz a hiyerarşîk avahî bigre, êdî di bin zext, mêhtîngerî û desilatdariyê de girtina wê takekesê hêsan dibe. Dîsa ger sekna îdeolojîk û avahiya raman a civakan bi kar anîna amûrên ragehandinê yên pêşketî bê alîdayîn û li gor berjewendiyên sîstema desilatdar a mêhtînger bê guncawkirin, li hember vê dernekeve, wî red neke, her wiha berjewendiyên xwe û derfetên jiyana xwe bi awayek azad nebîne û li ser vê hîmê bi rêxistin nebe û nekaribe têbikûşe, wê demê civakek wiha di nava sîstemê de girtin, di bin zext û mêhtîngeriyê de hiştin wê hêsan be.
Ji ber vê yekê ev rastiyeke ku di roja me ya îro de bingehê şer di asta îdeolojîk de ye. Tekoşîn û şerên îro tên kirin ji sedî not di asta îdeolojîk de tên meşandin. Bi taybet sîstema kapîtalîst a dewletparêz ji bo tevahî takekesan û civakan li gor berjewendiyên xwe bimeşîne û alî bide, li ser esasê şerê îdeolojîk bi kar anîna her awayê amûr û rêbazan gehandiye pleya jor. Her wiha di tevahî
babetên takekes û civakê de ti tiştek nemaye ku nebe hedefê tekoşîna îdelojîk û nekeve bin bandora vê yekê de. Jiyana mirov û sekna civakî di bin şer û êrîşek wiha de hatiye perçe kirin û her perçeyek wî buye hedefa êrîşan. Ev yek rastiya îro ya tuje ku takekes û civak dijî. Aliyê herî trajîk û bi êş yê vêyekê eve ku bi roxmê rûbirûyê van êrîşan e, ji aliyê kesên din ve tê alîdayîn û xizmetê ji wan re dike, hest, fikir û tevgera wî ji xizmeta wî derketiye û bi temamî ketiyê bin xizmeta sîstema desilatdar jî takekes û civak ne di haya vê rastiyê de ne. Berovajî ketine rewşek wisa ku ew dibêjin qey ev sîstema jiyana ew ketine nav de azadiye, wer hesap dikin ku ew bi hêz dibin û pêşdikevin, her wiha bê ku vê şerê hatiye sepandin ferq bikin bi daxwaz qebûl dikin. Rêber Apo di qada parastina îdeolojîk de ji bo pêşengiyê bikêşe seknek saxlem wiha got; "gerîlayê xoşewîst mejiyê xwe û dilê xwe saxlem bigre." Ev yek  him li hember êrîşên îdeolojîk qezençkirina seknek îdeolojîk îfade dike û him jî li gor vê sekna îdeolojîk bûna xwediyê taktîk û rêbazan û li ser vê esasê meşandina pratîkek serkeftî rave dike.
Niha li gel parastina îdeolojîk parastina siyasî çi digre naveroka xwe? Em dikarin vê weke qada madî, civakî û siyasî ya civakê pênasebikin. Em dikarin qada hilberîna aborî, qada hilberîna civakî û ya kar, dîsa qada siyasî jî di nav de, van tevan jî di çarçoveya parastinê de binirxînin. Ji ber ku ji bom înak, civakên ku hilberîna wan a aborî nîne, li gor gotina berê civakên ku di warê aborî de ne bi sernixwene, civakên nikarin nirxên ji bo jiyana wan pêwîst hilberînin, mehkûmê bendewariyê û koletiyê ne. Ji ber vê yekê hêzên jiyana madî anîna asta ku bikare pêwîstiyên takekes û civakan pêşwazî bike giringe. Dîsa ji bo jiyana civakî jî wiha ye. Li hember hemû awayên êrîşan ji bo seknek bi hêz ya civakî bê girtin, di serî de perwerde û tendûrûstî, pêşxistin û ragedarkirina(yetkîn) tevahî qadên jiyana civakî û her wiha astekê tendûrûst ê jiyanek civakî avakirin giringe.
Qada siyasî jî heman awayî ye. Qada siyasî ew qade ku tevahî pirsgirêkên civakî çareser dike, xeta îdeolojîk werdigerîne tekoşîn û rêxistinbûnê. Sererastkirina tekiliyên civakî û avahîsaziya hudûrîn îfade dike. Ger ev qad jî neyê birêxistinkirin û ragedarkirin, helbet wê tevlêhevî derkevin holê. Wê nakokî û pevçûnên hundûrîn çêbibin. Ji vê jî wêdetir nîzama navxweyî, pêkanîna hevsengiya civakî û bi aheng kirina tekîliyên civakî pêk nayê. Di van mijaran tevan de pêwîste zanebûnekê rast û têrker avabibe. Ji bo qadên aborî, civakî û siyasî bibe xwedî avahiyek ku bikare sekna azad û saxlem yê takekes û civakê pêk bîne, helbet pêwîstiya zanebûnek têrker heye. Pêwîste polîtîkayên ku bikare van pêkbîne ango afirandina plan û projeyan û rêxistin bê avakirin. Aliyê herî bi bandor yê vê qadê aliyê rêxistinbûnê yê. Aliyê herî bi bandor ê qada parastina îdeolojîk hilberîn û perwerde ye, lê yê qada siyasî, ango qada aborî, civakî û siyasî jî aliyê rêxistinbûnê ye. ji berk u di van qadan tevan de pêkanîna pêwîstiyan ancax bi xebatek rêxistinkirî dikare pêkwere. Çi qas civak ji her aliyan ve, bi tevahî beşên xwe ve, bi kurahî bê rêxistinkirin, çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî, di vana qadan de pêşxistin û bi hêzkirina jiyanê jî ew qas gengaz dibe. Ji ber vê yekê rêxistinbûna civakî bingehê qada parastina siyasiye. Ev di heman demê de rengek çalakiyê ye. Rêbertiyê ji vê re got çalakiyên pozîtîf. Her wiha zêdekirina hêza jiyana civakî, azad û bi îrade bûn, bi aheng kirina hevsengî û rêveçûna navxweyî helbet bi rêxistinbûnek têrker, tevahî beş di nava xweseriya xwe de pêkanîna rêxistinbûna demokratîk û gehiştina rengê tekîliyek guncav gengaz dibe. Ji desilatdariyê derketina rêvebiriya civakî û kirina koordînasyona kar û rol jî wiha pêk tê. Ji ber vê yekê beşek mezin an jî, ji sedî heştê û not ê parastina siyasî rêxistinbûne, pêkanîna rêxistinbûna cikî û demokratîk e. Divê mirov bi şiklên din de lê negere. Wekî kum e got ev rêxistinbûn meşandina çalakiyên pozîtîf rave dike. Divê mirov li hember zext û êrîşên li dijê civakê aliyê berxwedana demokratîk jî ser zêde bike.