Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

heval rustem cuciDi serî de emê bi taybetî li ser sedemên ku hiştine di Rojhilata Navîn de qirîz çêbibe, bisekinin. Emê despêke li ser zîhniyetê bisekinin. Em zîhniyetê mîna berê nanirxînin, li gorî meteryalîzma dîrokî û li gorî nêzîkbûnên zanistên civakî yên pozîtîv, me zîhniyet dinirxand, ev yek di asteke jor de bandoreke cidî li ser guhertine nade çêkirin. Em zîhniyetê mîna beriqandina rewşên madî û aborî nanirxînin. Zîhniyet ji wê bêhtir xwedî bandor e. Her çiqasî bi rewşa madî ve eleqedar be, lê belê di aliyê pêşxistin û guhertina rewşa madî de, rolekî bingehîn dileyîz e. Ji bo vê jî; ji pirsgirêkên aborî, siyasî û gelek xalên ku dibin sedemê gel di Rojhilata Navîn de, di nava qirîzan de bijî, bi zîhniyetê ve girêdayî. Dema ku zîhniyetekî vekirî tine be, derfetên madî çiqasî hebin bila hebin, ew derfetên madî eger di çarçeva zîhniyet û zanisteke rast de neyên nirxandin, dewlemendî û bilindkirine astê jiyanê di hundirê wan civakan de nemumkine ku mirov behsbike. Rewşa heyî jî eve; bi erdnîgariya xwe ya fereh, bi erda xwe ya çandinî, bi nifûsa xwe ya ciwan û bi dewlemendiya erdê xwe, pêwîste standartê jiyanê yê kesayet di Rojhilata Navîn de ji aliyê aborî ve, ji Keneda û Sengafûr jî derbas kiribane, lê belê em li roja îro dinêrin, ji nêvî nifûsê bêhtir dibin sînorê birçîbûnê deye, ev yek ji nêzve girêdayî zîhniyetê ye. Zîhniyet ji têgîneke razber(soyut) bêhtir, esas yê ku tevgera kesayet û civakan diyardike, zîhniyete. Nêzîkbûna ji nirxan re, ji meselên madî re, ji jiyanê re, ango jiyanê bi giştî çawa dinirxîne, ev hemû qalibên zîhnî yên ku ew civak û kesayet begemdike, li ser esasê wê çêdibe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên zîhniyetê di aliyê peydabûna qaosê di Rojhilata Navîn de, sedemekî weha besît mirov nikare binirxîne. Ji bona ku mirov vê meselê baş fêmbike, girînge em li ser dogmatîzmê bisekinin. Dogmatîzm çiye? Ew nêzîkbûnên ji nirxandin û gengeşî(tartişma) re girtî, nêzîkbûnên di derbarê meselan de, yên ji lêpirsîn û rexnan re girtî, ango mîna heyî tu neçarî qebûlbike. Dogmatîzm metotên fikir yên li ser esasê veguhestine û neqilkirine, ne li ser esasê lêkolîn û hişê mirove. Ango kalê te weha ji bavê te re dibêje, bavê te jî weha ji te re dibêje. Di vê yekê de lêkolîn, lêgerîn û lêpirsîna hiş nîne ango di sinafa hiş de derbas nabe, ango jiberkirin û qebûlkirin esas tê girtin. Ji bo vê dogmatîzm rê li pêşiya guhertine digire. Di Rojhilata Navîn de dogmatîzm pirsgirêkeke cidî ye. Dogmatîzm netenê di Rojhilata Navîn de heye, li her deverî heye, ew jî heya astekî dikarin bi dogmatîzmê bimeşin, ji ber çi? Dogmatîzm heya astekî pêwîste, di kîjan çerçevê de pêwîste? Mînak ez îro nêrînekê dibêjim, ez vê nêrînê lêkolîn dikim, rewşa heyî êdî aramiyê bi xwe re nayîne û nema tê qebûlkirin, li dijî rewşa heyî ez hewldanekî didim, ji bona derbaskirine ez hewldanekî fikrî û piratîkî didim, ev heyanî astekî dogmatîzm e. Ji bona em bikaribin metotên xwe berçavan re derbas bikin, pêwîste em herdem ji rê û rêbazê xebatê re deriyekî vekirî bihêlin. Zanistiya xwe li ber çavan re derbas bikin. Herdem agahiyê xwe bi rewşa heyî re bidin berhev ka raste yan jî neraste, pêwîste em derî ji guhertine re vekirî bihêlin. Carne dogmatîzm ewqasî eşîrîdibe û bi hêzdibe destor nade ku em wê mecalê bibînin. Muhafezekar dibe û li gorî xwe dibe, tiştê heyî jinedîtîve nêzdibe, mîna ku tiştek nebe nêzdibe û di xwe de isrardike. Îro zanista pozîtîv di rojava de dogmatîzme, ew jî tiştekî xirab e. Lê belê di Rojhilata Navîn de dogmatîzm gelekî dijwar e. Bandora wê ya mezin li ser tevgera civakê çêdibe, destor nade ku civak tevgerbike û pêşbikeve, bi zorê dixwaze di cî de bide rawestandin. Ev yek ji çi tê? Balkêşe; dibe ku aliyê wê yê erênî be jî, eger em karibin teqandinekê bikin û hîn bêhtir xwemalî (orjinal) be, lê belê di roja me ya îro de nûnertiya aliyên dogmatîzm yên neyînî têkirin. Ev aliyên wê yên neyînî çi ne? Rojhilata Navîn ciyê rêgeza ne, ango yekemîn tişt di vir de derbasbûne û çêbûne. Fikir û bicîbûn di vir de destpêkiriye, îqtîdar di vir de derketiye, dewletbûn di vir de çêbûye, mîtolojî, dîn ango xebatên fikrî û piratîkî li vêderê xwe nîşandane, huquq, bîrkarî, dewlet, avahiyên dewletê û saziyên wê, heta zanistên xwezayî hemû ji vêderê derketine, ev derketin ne tiştên biçûkin. Em xwe mirovekî Kurd bihesibînin! rojekê ji rojan di derbarê fikrekî serbixwe û azad de, raman û zanistiyekî me tinebû, ji nişkeve dema em bînin bîra xwe, hevalên ku yekemîn car manfisto xwendibe û rêya şoreşa Kurdistane xwendibe, hemû tiştî nûdibîne, ango xelekên xwe yên ku wendakirine nûdibîne, wê demê cîhana wî ronîdibe, aramî jê re tê, ji heyecanê canê wî gurîzek digire, bi vî teşeyî mirov bi heyecanekî mezin dihis e. Tu her tiştî nûdibîne, ev jî ji te re dibin mîna tiştên pîroz, tu naxwaze derbas bike, ji ber ku tu heqîqetê di wir de dibîne. Mirovê ji rewşekî heywanî derketiye û vêcarê di derbarê rêxistinkirina jiyana xwe de bigihîje agahî, dîn, exlaq û zanistê, ji wî re ev tişt gelekî balkêş û mezine, ji ber vê yekê bi rengekî pîroz begemdike û dipejirîne. Çavkaniyên dogmatîzmê di Rojhilata Navîn de evin. Em dîqet bikin; dogmatîzm di cihekî dîtir de serwer nabe, ji ber çi weke misyone, mecal û derfetên manevra yê karibe li gorî xwe û li gorî berjewendiyên xwe teşe bigire heye. Mînak mîtolojî di Rojhilata Navîn de jî heye, di Grek û Roma de jî heye, lê belê mîtolojiya Gerk û Roma mîtolojiyekî hîn bêhtir însanî ye, ango hîn bêhtir hêza însan tê de heye, hîn bêhtir însan dikare li gorî şertên jiyana xwe teşe bide xwe, heya carne red dike, napejirîne û li gorî berjewendiyên xwe li dijî îrade wê derdikeve, lê belê di Rojhilata Navîn de weha nîne. Di Rojhilata Navîn de mîtolojî heqîqet bi xwe ye. Çavkaniya heqîqetê ye, ango ji bona her tevgerekê binasî(gerekçe) jiyanê ji xwe re peyda dike, pêwîste îfade xwe di mîtolojî de bibîne. Ji bo vê mîtolojî yekemîn zaniste, di wextê weke roja îro de bîrkarî, fîzya û kîmya pêşneketibû. Însan anceq sirê jiyanê, mirine, çêbûyîne, gav bi gav îfadekirine nakokiyên di navbera çînan de, derketine desthilatî û dewletbûyîna van desthilatiyan di hundirê mîtolojî de îfadedike. Ango di wextê hîna metotên zanistî pêşneketibûn, mîtolojî her tiştî îfade dikir. Çawa em bixwazin rastiyekê bînin ziman, pêwîste em keşfekî biyolojîk, fîzîk û kîmya bikin, rengê zanistan ji bona xwe bikin referans, wê wextî pêwîste îfada xwe di mîtolîjî de dîtibane, pêwîste binasî(gerekçe) rastiya xwe di mîtolojî de bidîtibane, yan jî nerastî û neheqîqet bû, kesekî nikarîbû cesaret bike ji bo vê yekê îfadebike. Ji ber vê dogmatîzm di Rojhilata Navîn de gelekî kûr e. Dogmatîzm di Rojhilata Navîn de nayê guhertin, lê belê tê îmhakirin. Mînak di Babil, Akad û Aşûr de reform çênabin, dogmatîzma di wan de, yan teqeze yan jî bi temamî tê hilweşandin. Taqetê (mecal) nirxandine, lêgerîn, lêpirsînkirin û rexnekirine di dogmatîzm de nîne, her tişt teqez e. Ji ber çi? Wan metotan perspektîfên jiyanê dane mirovan û ew birêkûpêk kirine. Hîn bêhtir jêre derfetên mayînê, parastin, xwarin û vexwarinê peydekiriye. Ji bo vê weke mizgîniyekê ji xwe re dibîne, perçekî jiyana xwe dibîne û bi wê rastiyê re dibe yek. Di roja me ya îro de yên mîna çep û netewperwer, xwestin şûna dîn bigirin, lê belê nikarîbûn. Ev yek ji çi tê? Hinek tişt hene pêwîste mirov di zemîne wan yê madî de binirxîne û karibe bi mînakên roja îro re destek bide. Em ferzbikin mirovek li gundekî be, ew gund felsefeka wî ya jiyanê heye, ango li ser esasê nirxên gunde xwe jiyana xwe pêkaniye, ev mirov piştî demekê çû Ewrûpa, ango ji wî zemînî dûrket, piştî demekê dema ku tu wî mirovî bibîne, tuyê bibêje ev însan hatiye guhertin. Lê belê mirovên ku li gund mane hîna weke xwe ne. Sedemê wê çiye? Di vê xalê de gelek pirsgirêk hene. Em dibêjin cara yekemîn pêşketine mirovan li Rojhilata Navîn çêbûye, li Mezepotamya jêrîn, li derûdora çemê Nîl yê li Misirê çêbûye. Heta berî wê li Hîlala Zêrîn ya li Zagros û Torosan, qadeke ku şoreşa Newlîtîk tê de çêbûye, weke cokên avê xwe berdaye, xwe bera çemên mezin dane, li Mezepotamya jêrîn bûye şehristanî û bi vî teşeyî li cîhanê belavbûye. Yekî dibêje temam; madem yekem car şehristanî ji vir derket, wê demê çima insiyatîf ji destê Rojhilata Navîn derket? Eger ku Yunan ji me fêrbûn, çima em ji wana pêşdetir neçûn? Tiştekî di zemînê xwe de mehkûmî hinek nirxan be, ji wê nikare derkeve û neserbest e. Ji bo vê yekê mirovekî di Rojhilata Navîn de mezin bû, teqlîd û jiberdike. Pergala heyî cîl bi cîl xwe diparêze, li ser esasê perwerde , di malbatê û dewletê de, bi vî teşeyî herdem xwe dûbare dike. Ya ez ji wir derdikevim diçim cihekî dîtir, yan jî ji dervere lêdinêrim. Ezê li çi binêrim? Ezê binêrim gelek tişt hene, avahî, tip, hendese û bîrkarî heye ev tişt başin, lê belê herdem xwe dubaredike, ji ber ku çandekî civakî heye wî mehkûmî dubarekirine dike, dibêje “weha çêbûye, jiberkiriye û weha dewamdike”, ji ber ku mehkûmî wê ye, eger wisa neke, ew kevneşop wî tavêje û mehkûmî mirine dike. Mirovên ku jiderve li Rojhilata Navîn dinêrin, çidikin? Tiştên baş ji bona xwe digirin, lê belê nemehkûmî teqlîdkirin û terzê wan yê jiyanê ye, nemecbûre jêre bibe kopya. Li gorî şertên xwe fêrdibe. Eşkere ye ku zanyarên mezin yên ku rê li pêşiya bilindbûna rojava vekirin, yên mîna Paliz û Fîtagorsin. Ev kesane li Babil û Misirê fêrî estromonî, hendese, bîrkarî, û gelek tiştan bûn. Lê belê van kesayetan mîna mirovekî rojhilatî kopya nekirin, li gorî şert û mercên welatê xwe bişavtin. Tiştên ku ji wana re fêde bûn, pêkanîn. Ev serbestbûn dihêle ku tiştek ji aslê xwe bêhtir pêşbikeve. Ango tiştekî çiqasî koka xwe rojhilat be jî, lê belê li rojava hîn bêhtir pêşketin pêre çêbûye. Îro cûdahiya di navbera Amerîka û Îngiltre de jî cûdahiyeke zîhnî ye. Em binêrin Amerîka di bin metîngeriya Îngiltre de bû, Amerîka ji aliyê Awrûpiya ve hatiye keşifkirin û dîtin. Em dîqet bikin îro Amerîka bi dewlemendiya xwe ya madî, siyasî û ramanî ji hemû cîhanê xurtir e. Ji îngîltere û Ferense jî xurtir e. Mesela hemû zîhniye, ji ber çi? Mirovên Amerîkî gava ku diçûn Ewrûpa, metotên jiyanî yên ku bikêrî wan dihatin ji xwe re esas digirtin. Nirxên daraz(değer yargi) bi Ewrûpa nehatibû çêkirin, bi felsefekî dîtir çêbibû. Bi nêzîkbûnên nû yên Anglo Pirotestant, yên li ser esasê takekesî, pragmatîsta eşîrî û li ser esasê fêda wî di kû de ye, çawa karibe serbest be, tevdigeriya, ji boy vê ev desthilatiya mezin bi destê xwe xistiye. Yên ku bibêjin Amerîka mêtîngeriya Îngilîzan bû, çawa ji Îngilîzan mezintir bû, zanetir û dewlemendtir bû, ji boy vê ye yekê bû. Mirovên Amerîkî gava ku ji Îngiltere derdikevin, netenê weke fêzîkî ji Ewrûpa derdikeve, di ruh de jî ji Ewrûpa derdikevin. Nirxên ku di Ewrûpa de ew teng dikirin, ji bona xwe rewacdar (geçerli) û esas nedigirtin. Jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe mîhengdikirin (ayarlanamak). Keneda, Meksîka û Berazîl jî wê demê hatin keşifkirin, hemû bi hev re hatin keşifkirin, çima ew li paşman, lê belê dewletên yekbûyî yên Amerîka li pêşin? Ji ber ku zîhniyeta mirovê Amerîkî bi rêvedibe, zîhniyeta Anglo Protestante, ya li ser nirxên ezeztî û pragmatîk hatiye avakirin, ewên ku xwe ji hînbûnên kevn tecrîd kirine, tenê di çarçeva berjewendiyên xwe de tevgerdikin. Mirovekî Yunanî ji Eşûran tiştekî fêrbibe, naçe weke Aşûran jiyan nake, wê weke xwe bijî. Tiştên ku fêrbûye neweke tiştekî zêde bike(ekle), qat bi qat wî tiştî mezindike. Ji bo vê di asta teqandinekê de, mezinahiyekê çêdike. Şehristaniya Rojava li beramberî şehristaniya Rojhilat di astê teqandine de guhertinê çêdike. Ev rewşekî girînge, wî wextî pêwîste em pirsgirêk di zîhniyetê de binirxînin. Pirsgirêka zîhnî çiye? Emê zîhniyetê bi rengekî dogmatîk, di çarçeva pîrozkirine banekî (alişkanlik) de binirxînin, yan jî emê herdem qalibên xwe yên baweriyê, ango qalibên di hundirê mejî û tevgerên me yên jiyanî de, bi zanistê re bidin berhev. Bi vî teşeyî emê bijîn, lê mixabin heya niha em bi jiberkirin (azbere) diçin, yan em tiştên derve kopyadikin, yan jî em bi hêza kevneşopan dijîn, her du jî guhertine çênakin. Ji bo vê jî zîhniyet her tiştî diyardike. Ango rewşa aborî jî diyardike. Ereb henefiyên petrolê qutbikin, wê rojava dînbibe. Çavkaniya madî di destê ereban de ye, lê belê gelekî li paşin. Ev tê wateya ku çavkaniya madî têrê nake ku mirov pêşketine çêbike. Zîhniyeta rast dikare çolê bike beheşt, lê belê zîhniyeta çewt vê behştê dikare biqulibîne dojehê. Ji ber vê yekê pêwîste mirov di meseleyên zîhniyetê de baş kûrbibe. Zîhniyet bi qalibên hatine danîn, bi hêza mîtolojî û olên yek xwedayî û bi saziyên dewletê, xwe bi zorê bi cîkirine, ev yek li pêşiya pêşketine zîhnî dibe asteng.

ŞEHÎD RÛSTEM CÛDÎ