Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

heval cemalBi pêşketin Îslamiyetê û gihîştina wê ya Kurdistanê, ji bo civaka Gelê kurd bû destpêka serdemeke nû. Heta Îslamiyetê bîrdoziya netewî ya Kurdan Zerduştiye. Di serdemên Îslamiyet derdikeve û dest bi pêşketinê dike, li Kurdistanê ji ber şerên du artêşan, ango ji ber şerên di navbera Împaratoriyên Sasanî û Romayan de rewşa wê pir perîşan e. Îslamiyetê piştî serkeftina xwe li nîv-girava Erabistanê îlan kir, bi hêza serdestiya şûr û baweriyê daye, dest bi tevgerên dagirkirinê (feth) dike. Riya berê bakur jî, ji Kurdistanê derbas dibe û di salên 640'an de artêşên Îslamê xwe dispêre deriyên Kurdistanê. Kurd di destpêkê de li berxwe bidin jî, ji ber westandin û rizandina bi sedsalan di nav nalên hespên du artêşan de mane, Îslamiyet adeta weke hêmaneke hevsengiyê tê pejirandin. Ji bo Kurdan ji bo dagirkeriya împaratoriyên Sasanî û Romayiyan a li ser Kurdistanê bişkînin, artêşên Îslamiyetê weke hêzeke siyemîn derketiye holê. Ji ber vê jî di serî de li dijî artêşên Îslamê liberxwe bidin jî, ji ber weke deriyeke rizgariyê dibînin, piraniya xwe di demeke kurt de Îslamiyet pejirandin e.

Li Kurdistanê pejirandina Îslamiyetê neqebeke girîng a dîrokiye. Piştî vê Kurd ji bîrdoziya xwe ya netewî ji Zerduştiyê dûr ketine. Di vê serdemê de beşek Kurdan yekser Îslamiyetê napejirîne. Yêziditî mînaka vê ya herî zêde tê zanîn e. Yêzidîti di nava demê de pir guherîbe-veguherîbe jî tevî ku ji îslamiyetê bandor bibe jî di cewherê xwe de berdewamiya Zerduştiyê ye.

Îslamiyet piştî vê pêvajoyê, di nav civaka Kurd de nemaze ji aliyê civakî, çandî, zimanî, wêjeyî, bawerî û ji her aliyê jiyanî ve dînamîkên jiyana civakî pêk tîne, di diyarkirina berê wan de bû hêmana bingehîn. Bi pêşketina çanda îslamiyetê, nasnameya bîrdozî ya Kurdan û di heman demê de baweriya olî ku çanda Zerduştî bû hebûna xwe berdewam bike jî her diçe bêbandor dibe.

Çanda biyanî ya çanda afirîneriya cewherî înkar dike, bi bişaftinên zordest çaviyên hişê civakî yên Kurd xetimandiye, ev destpêkirina serdemeke nû îfade dike. Di vê wateyê de berê pêşketina civakî mirov weke beriya û piştî îslamiyetê bike du serdem wê rasttir be.

Îslamiyetê di şêweyê civaka Kurdistanê de guhertinên girîng avakiriye. Guhertina bingehîn jî li ser çîn a serdest a Kurd pêk aniye. Di pergala eşîrî ya Kurdan de êdî li gel weke serokeşîrî û serokê federasyonê tebeqeya mîrîtî, şêxitiyê jî ava bûye. Êdî li gel mîr ê pêşeng û rûspiyê civakê, saziya şêx û seyid jî cihê xwe di nav pergala civakî de girtiye. Yek ji wan bûye serokê siyasî, yê din jî rola serokatiya manewî lîstiye. Vê yekê gelek caran di rênîşandan civakê de ji mîr û serokeşîr zêdetir saziya şêx û seyidiyê di nava civakê de roleke diyarker dilîze. Di rastiya xwe de Şêxitî saziyeke weke ji aliyê bîrdozî bi derve ve bê girêdan hatiye avakirin.

Herçi Emewî, herçi jî di serdemên Ebbasiyan de di bin navê ol de weke mekanîzmaya sazûmankirina serdestiya xwe ya siyasî, pêşxistinên saziyên bi vî rengî mijara gotinê ye. Ev derdorên mirov dikare bêje cureyeke sîxurên bîrdozî ne, di pêşxistina erebbûyin a di nav civakê de roleke maket a civakî lîstine. Ji aliyê civakî jî, ji bo Kurdên ji bîrdoziya netewî qut bûne, bi riya ol pêvajoya mayindekirina girêdana bîrdozî ya bi hêzên derve hate pêşxistin. Lê di nav gelên derveyî ereban ên îslam pejirandin e, pêşketinên cûda qewimîne. Ev pêşketin di nav Kurdan de nebûye. Weke mînak di nav Farsan de şîroveya Şîa ya îslamê bûye bîrdoziyeke netewî, hêzbûna civakî pêşketiye, jê şûn ve ji karakterê dagirker ên Osmaniyên pişt re Îslamiyet pejirandine jî sûdê werdigrin û dibin Împaratorî. Helbet fikreke me ya "Kurdan jî çima wusa nekiriye" nîne. Lê îslamiyet di serdema xwe de xwedî karaktereke şoreşgerî ye, di civakan de rê li ber pêşketinên cûda vekiriye, lê di nav civaka Kurd de pêşketineke bi vî rengî naqewime, ev encameke girîng e. Berowajî vê ji aliyê civakî ve taybetmendiyê xwe yê netewî wenda dike, bi hev dicive, teng dibe û adeta heta hetayê naçare bibe yedekê kesên din. Di nav bîrdoziyeke bi vî rengî de diçike.

Ev çavkaniya xwe ji karaktera noker û bi derve re girêdana tebeqeya civakî ya oldarên Kurd û helwesta çîna serdest a Kurd digre. Ger ne wusa be, li gor şert û mercên Kurdistanê bi şîrovekirin a olê dikarîbû xweseriya pêş bixe û Îslamiyet di heman demê de dikarîbû weke hêza pêşxistina civakî were nîrxandin. Şûraya oldarên Îslamî yên Kurd ê nekarin vê bikin, di wateya rastîn de îxanet jiyan kirine û xwestine vê bikin malê civakê.

Elewitîya li hin herêmên Bakurê Kurdistanê pêşketiye û mezhebên şîa û El-Haq ên li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê pêşketiye di nava hin lêgerînan de bin û li berxwebidin jî, ber bi bîrdoziyeke netewî veneguherîne. Zerduştiya bi rengê Yêziditiyê ku teslîmê îslamiyetê nebûye û di xwe de israr kiriye, her çûye kêm bûye û di nav civakê de rastî zext û tecrîdê hatiye. Bi vî awayî hebûna baweriyê li Kurdistanê bûye yek ji şêweyê herî bingehîn ên sekna bi perçe, bi vê ve girêdayî ji bîrdoziya civakî zêdetir hemû civakê li ser xetekê birêve biriye.

Eşekere tê dîtin ku civaka Kurd ji xwezaya xwe û taybetmendiyê civaka xwezayî, ji rastiya xwe ya çandî dûr ketiye, bi qasî di bin bandora çanda serdema feodal de mane û çînîbûna feodal jiyan kirine ji jiyana azad dûr ketine. Hişmendiya feodal, dijberê civaka xwezayî û azadiyê eşîrê pêşketiye, di xeribketina hişmendî de roleke girîng lîstiye. Li dijî vê rewşê wêjevanên mîna Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanê serî hildabin jî, ji ber nokerî di asta sazûmaniyê de ketibû bi kontrola çanda dewletên biyanî, nekarîne di guhertina encamê de bi bandor bin.

Çînên serdest ên Kud her diçe ji feraseta netewî dûr ketine û ber bi hevkariya bi dewletên serdest ve çûne, ev jî di nava demê de veguheriye karakterekê. Di rastiya xwe de bingehê îxanetê di nav çînên serdest ên Kurdan de bi vî rengî pêşketiye.

Tevî van hemûyan, nemaze di dema Ebbasiyan de piştî salên 900'î de bi azadiya civakî ve girêdayî gelek pêşketin qewimîne. Di qada çandî û wêjeyî de derketina Feqiyê Teyran û avabûna Dewleta Kurd a Merwanî, di encama vê pêşketina serbixwe de derketiye holê. Weke berhema heman demê di qada leşkerî de di şexsê Xanedaniya Eyyûbiyan, asta fermandariyê ya Selahattîn û Şêrgo gihîştinê, xwe nespêre xweseriya netewî jî derketina fermandari ya wan a di kesayêta Kurd a di xeta îslamî de weke nîşaneyeke girîng a gihîştina astê nîşan dide.

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê

Mûrad Karayilan