Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê

Murat Karayilan

cemal arkBaweriya Zerdeştî di nav Kurdan de hişmendiya civakî pêşxistiye, bi xwe re hêzbûn û kombûyin ava kiriye. Ev pêşketina civakî him bûye çavkaniya pêşketina berxwedana li dijî Împaratoriya Asûran a bi salan berdewam kiriye. Him jî vê berxwedana bi serkeftina Newrozê tacîdar bûye , çavkaniya bingehîn a pêşketina pêvajoya împaratoriya Medan e. Bêgûman ev rewşa bidestxistina taybetmendiya civakî, di mijara şer de, rê li ber pêşketinekê vekiriye û ji xwe di bingehê pêşketinê de jî ev rewş mijara gotinê ye.

Tê gotin ku di dîrokê de cara yekem di nav hêzên şer dikin de, derbasbûyina pergala bolukan di artêşa Medan de pêşketiye. Cardin di qeydên dîrokî de pêşketina pisporbûyina di artêşan de, avabûna beşên piyade, siwarî û hwd. di vê demê de destpêkiriye. Bi heman awayî cil û bergên zirxî, amûrên cûr be cûr ên şer jî di vê demê de pêşketiye. Tê famkirin ku di diyarkirina çarenûsa – qeder- civakan de şer û artêş xwedî cihekî girînge û di vê konaxa dîrokê de Med jî di mijara şer de xwedî lêhûrbûnên xurt in. Di dîroka Heredot de ev asta pêşketî yên di artêşa Medan de bi awayekî berbiçav xuya dibe. Ev pêşketina di Medan de nîşan dide ku care yekem pêkanîna hunera şer gihîştiye vê astê. Her çiqas derveyî Dîroka Heredot xwe naspêre tu belgeyên nivîskî jî, diyar dibe ku di nav Kurdan de, di dîrokê de cara yekem pergaleke artêşê ya sîstematîk hatiye pêşxistin. 

Bi dawî bûna împaratoriya Medan û di nav Kurdan de nêzîkatiya ji hunera şer

Împaratoriya Medan a xwe dispêrê zemîneke xurt û tekoşîneke girîng, nikare temen dirêj bijî. Ji ber taybetmendiyên demê, sazkirina xanedaniyan, di avabûyinên bi vî rengî de roleke diyarker dilîze. Her çiqas di hundir de pergaleke xurt û pêşketî avakiribin jî, tê zanin bi qomplo û derbeyên di hûndirê qesrê de, erka rêveberiyê di nava xanedaniyan de gelek caran dest guhertiye. Di encama li hevkirina Harpagos ê di împaratoriya Medan de fermandar e  û xanedaniyeke muxalif ê Persî, rêveberî bi rêbazeke bê xwîndarî dibe sedem ku dest biguhere. Ya di encama îxaneta Harpagos de pêş dikeve ne hilweşandina dezgeha (organîzasyona) Medan e, dest guhertina rêveberiyê û derbasbûna destê xanedaniya Kiryos ê Persî  ye.

Dema tiştên di derbarê mijara têkildar ên di çavkaniyên dîrokî de were lêkolînkirin, ji bo mirov  îxaneta di nav Kurdan de, xwe çawa dispêrê têkiliyên malbatî û bertekên wan bibîne mînaneke balkêşe. Ji lewra pişt re di nav xanedaniyên Kurdan de gelek îxanetên bi vî rengî xwe dispêre nakokî û bertekên malbatî derket pêş. Ji ber ya yekem û balkêşe ev pêvajoya îxanetê çawa pêşketiye mirov rawe bike wê sûdewer be. Li gor tê gotin, di eslê xwe de împaratorê Medan Astiyages di encama şîrovekirina xewnek xwe de digihêhe encamekê ku wê zarokek ji keça wî Madana were dinê  wê împaratoriyê bixe dest xwe. Li ser vê keça xwe bi biyaniyekî re (ji Persan) bi ciwaneke ji malbateke ji rêzê dizewicîne. Bi rastî jî keça wî kurek aniye dinê. Ev rewş wî tengezar (tedîrgîn) dike. Wî zarokî ji bo bikuje dide Harpagosê fermandarê artêşa xwe lê Harpagos wî zarokî nakuje, bi zarokeke mirî yên malbatekê diguhere.  Dema zarok mezin dibe ev rewş tê famkirin.  Împarator fam dike ku Harpagos talîmat pêk neaniye û derew kiriye. Lê wicdanê împratorê Medan Astiyag dil nade ku newiyê xwe yê mezin bûye bikuje. Zarok dişîne gel dê û bavê wî, malbatê jî mişext (surgun) dike û ji navendê dûr dixîne. Lê li şûna vê kurê Harpagos ê di heman temenî de ye dide kuştin û weke ceza bi wî dide xwarin. Harpagos piştî goştê kurê xwe dixwe pê dihese. Lê dengê xwe dernaxe, êşa Astiyag bi wî daye kişandin, diavêje hundirê xwe. Heta newiyê persî Kîros mezin dibe û bi armanca serhildanê artêşeke biçûk ava dike, radiweste. Astiyages, ji bo serhildana xanedana Kîrosê dijber –muxalif- bitepisîne, fermandarê artêşê Harpagos jî bi artêşê re dişîne. Harpagos bi xanedaniya Kîros a serhildêr re dibe yek û tên Astiyages digrin.

Îxaneta li vir qewimî, ne tenê herîkîna dîrokê guhert, dibe destpêkeke girîng a trajediyên Kurdan ên heta roja me tê jiyandin. Di encama îxaneta di dezgeha Medan de qewimiye, bi guherîna xanedaniyan desthilatdarî ji Medan derbasî Persan dibe. Tê gotin ku Astiyages piştî vê bûyerê ji fermandarê artêşê re dibêje: “ Madem te îxanet kir, te çima desthilatdarî da yekî Persî, tu biba împarator”  Bi vî awayî avakirina împaratoriya Persan destpêkiriye, Med jî di nav pergala împaratoriya Persan de ji bindestiyê wêdetir, piştî Persan gelê di nav împaratoriyê de herî bi bandor cihê xwe di nava vê pergala împaratoriyê de girtine. Bandora Medan ên di mijarê şer û artêşê de, piştî rêveberî dikeve destê Persan jî berdewam kiriye.Harpagos cardin fermandarê artêşê ye. Cardin tê zanîn di her astê de Kurdan di nav pergala Persan de erk û wezîfe girtine. Bi kurtasî pergala nav guhert û navê împaratoriya Persan girt, taybetmendiya xwe ya ji du binyadên etnîk pêk tê.

Tê zanîn,  piştî desthilatdarî dest guhertiye, bi demeke dirêj, yekîneyên şervan ên herî bi bandor ên di artêşa Persan ji Mediyan pêk tê. Di vê serdemê de di artêşên Persa de artêşên ji milyonan pêk tê hate pêşxistin. Di vir de jî Medî di vir de di cihên girîng û kîlît de tên bi cîhkirin. Hêzên taybet di artêşa Persan de xwedî ciheke girîng e weke hêzên nemiran tên rêxistinkirin, di qadên şer de di eniyên herî dijwar de erk û wezîfeyên mezin digrin. Împaratoriya Persan bi taktîka şer  a “nemîran” di riya bûyina împaratoriya cîhanê de gavên mezin diavêjin. Nemîrên hestiyê piştê û hêzên herî bi ewlê yên artêşê ava dike, nêvî ji Medan nêviye din jî ji Persan pêk tê. Di wan deman de şerên di navbera Persan û Yûnaniyan de diqewimîn, wezîfeya yekîneyên bijare û herî xurt ên artêşa Yûnanan ji Makedoniyan pêk dihat û tê zanîn wezîfeyê wan di eniyên li pêş, ji bo baskên Medan ên di artêşa Persan de pêşwazî bikin û wan bidin rawestîn. Ji lewra binkeftina baskê Medan dihat wateya binkeftina stratejîk a artêşa Persan. Ji ber vê jî di artêşa Yûnanan de erka sereke ya yekîneyên herî bijare û xurt Makedoniyan, weke rawestandina Medan e hatiye hilbijartin. Artêşên Pers û Yûnanan piraniya xwe ji erdnigariya Kurdistanê derbasbûye û hatiye meşandin. Di vê serdêmê de Kurd gelek caran neçar mane,  li dijî artêşên ji xaka wan derbas dibe xwe biparêzin. Weke di pirtûka Ksenephon a bi navê Vegera dehhezaran de tê destnîşan kirin, bi taktîka lêde – bireve artêşên dikevin xaka wan an jî ji xaka wan derbas dibe derbeyên mezin li wan didin.

Hemû daneyên dîrokî nîşan dide ku, BZ. di sedsalên 7. 6 û 5. an de di civakên Medan de hişmendiya şer, cardin jêhatî bûna wan a di şer de û di rêxistingeriya artêşê ya saziya şer e, tê dîtin ku gihiştine asteke mirov nikare kêm bibîne.

Di Dema Îskender de Kurd

Diyar dibe ku bi sefera Îskender ê Mezin li dijî Rojhilat daye destpêkirin, li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpêkiriye. Îskenderê bi felsefeya Arîsto yên zanyarê herî bijare yê Yûnana kevnar e mezin bûye, armanca wî ew e ku bi fetihkirina welatên Mezopotamya û Rojhilat,  kraliyeteke cîhanî ava bike.  Bi awayeke xwezayî jî ji bo vê jî armanca wî ya sereke dagirkirina împaratoriya Persan e. Îskenderê di du pevçûnên bi artêşa Persan re dike serkeftî derdikeve. Ji Kurdistanê derbas dibe û xaka Kraliyeta Persan desteser dike û meşa ber bi Rojhilat berdewam dike.

  Lê piştî mirina Îskender, fermandarên artêşê xakên hatiye fetihkirin di navbera xwe de par ve dikin, dabeşî gelek kraliyeta dikin. Di van parvekirina de Kurdistan dibe para Selefeukines. Lê li vir ya girîng ew e ku hevsengiyên berî hilweşiyaye û bi hevsengiyên –denge- nû yên ava bûye welatê Kurdistanê seranserê xwe veguheriya qada şer.

Piştî Îskender bi pevçûnên di navbera qraliyetên cûda cûda de bi esasî jî di şerên di navbera Roma – Part û Roma – Sasaniyan de yên kêm nedibûn Kurdistan weke herêmêke tampon hatiye bikaranîn. Di şerên li vir de kî bi ser dikeve bila bi ser bikeve, teqez yekane yê wenda dike Kurd in.

Civaka Kurdan ên di bin lingên artêşên şer dikin de mane, gelek texrîbat dîtine, ji aliyê aborî û civakî de civaka Kurdan naçar mane bi gelek aliyan de werin guhertin. Eşîrên Kurdan ên di navbera artêşên xurt û hejmarê mezin de mane û derfetê jiyanê nahêle, yekane çareseriyê cardin di çûyina çiyan de dibînin.

Kurdên vekişiyane çiyan û bi berxwedanên parastinê yên pêşxistine, xwe parastinê bingeh girtin, ji aliyê nîrxên civakî encamên erênî derxistiye holê. Ev rewş di heman demê de ji jiyana mande(rûniştî) qûtbûnê û careke din vegera jiyana koçbertiyê pêş dixîn in û ev jî ji şaristaniyê dûrbûyinê bi xwe re tîne.

Dema mirov bi vê hişmendiyê nêz bibe, ne zehmete mirov rewşa eşîrên Kurd û Kurdistanê, şêweyên jiyan û psikolojiya wan fam bike. Kurdistana herdem bûye qada şer û pevçûnan, nakokî di sosyolojiya civakan de ava kiriye û bêgûman wê ev jî bibe sedem ku bêzarbûn û hincirînê(yıpranma).

Heta dawiya serdema Împaratoriya Persan, asta civakbûyina civakên Medan li gor yên hemwextê xwe di asteke li pêş e. Bi vê ve girêdayî di hûnera şer de jî xwedî formasyoneke diyar in. Lê piştî hilweşîna împaratoriya Persan, him ji ber Kurdistan bi sedsalan bûye qada şer ên di navbera împaratoriyên mezin de, him jî ji ber eşîrên Medan ne xwediyê stratejiyeke civakî ne, her dem di navberê de mane û herdem bûne aliyê bindest. Beramberî vê yekane rê vekîşîna çiyan, ji jiyana bajêr û însanên wê yê bi xwe analîtîk e dûr mayin dimîne. Ji lewra ji pêşketinên dîrokî tê famkirin ku ji rê û rêbazê (ji awayê) şer paş de ketine.