Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

pkk halkEm dikevin sala 14. a ku Rêberê gelê Kurd li Îmraliyê girtine bin esaretê. Rêber Apo bi awayekî li dinyayê tu mînaka wî tune ye tam 14 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Bêyî ku bi tu mirovî re têkilî deyne 13 sal di hucreyekê de mayîn li Tirkiyeyê yekemîn e. Em bawer nakin ku li dinyayê jî mînakeke wiha heye. Di sala dawîn de di hefteyê de saetek bi çend girtiyan re dikaribû hevdîtin pêk bîne. Jixwe ji viya re jî tim astengî dihatin derxistin. 
Di paşerojê de ne li zindana Amedê ne jî li girtîgeheke din pêkanîneke wiha giran nebûye. Yên ku diavêtin hucreyê her tim bi girtiyên din re di nav têkiliyek de bûne. Bêyî bi tu mirovî re têkilî deyne ev qas sal di hucreyekê de girtin awayê herî giran ê îşkenceyê ye. Jixwe Îmralî wek sîstemeke îşekencê, wek sîstemeke qedandinê hatiye sazkirin. Sekreterê berê yê Lijneya Ewlehiya Milî (MGK) Orgeneral Tûncer Kilinc bi eşkereyî îfade kiriye sîstemeke ku wê her roj wî bikujin ava kirine. Wê li vê derê psîkolojiya Rêberê gelê Kurd bihata xerakirin, nasnameya wî ya siyasî ji holê bihata rakirin. Bi vî awayî di şexsê vî Rêberî de wê PKK û serhildana Kurd bihata qedandin. Armanc ev bû. Lê komploya navneteweyî û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ya yek kesî negihîştiye van armancên xwe. 
 Di van 13 salan de berde qedandina hêza siyasî ya Serokê PKK’ê, bandora wî hîn jî zêde bûye. Sekna wî ya îdeolojîk û siyasî hîn jî hatiye dawerivandin (rafîne bûye). Kesayeta wî gihîştiye asta zanatiyê. Hem wek rêxistin jiyankirinên xwe, hem jiyankirinên gelên Rojhilata Navîn ên ji dîrokê heta îro, hem jî kapîtalîzma ku îro ji bo mirovahiyê bûye wek civaka bi pençeşêr dahûrandiye, gihîştiye hişmendiyeke kûr, di şexsê xwe de hemû kêmasî, nebesî û paşverûtiyên mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û Kurdan derbas kiriye. Mezinbûn û zanatiya wî jî ji vir tê. Hêza wî ya ku 13 sal in di sîstema Îmraliyê de li ber xwe dide jî ji vir tê. 
Mirovên fikirdar ên mezin û zana tenê bi sekin û bi gotinên bi çend hevokan civakan bandor dikin. Sekin û her gotina Rêberê gelê Kurd jî di serî de Kurd hemû gelên herêmê bandor dike. Herî baş jî vê bandora wî dewleta Tirk dizane. Ji ber vê yekê tecrît di dema AKP’ê de zêdetir hatiye girankirin. Hevdîtin her tim bi hincetan hatine astengkirin. Wisa ku, pirtûk û kovar jî yeko yeko hatine dayîn. Jixwe her pirtûk û kovar jî nayên dayîn. Rojname her tim nayên dayîn, dema ku tên dayîn jî xeberên girîng tên jêkirin. Televizyon û derfetên din ên ku ji girtiyên din re tên dayîn jî li Îmraliyê nayên dayîn. Ev qedexe îspata hêza Rêberê gelê Kurd û ka çawa ji vê hêzê tê tirsandin e. 
 Rêberê gelê Kurd bi gotina “Ez di gorê de bim jî ez ê rola xwe bilîzim” xwedî kesayeteke çawan e bi awayekî wecîz îfade kiriye. Ev serpêhatiya jiyanê ya vê Rêbertiyê jî ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di jiyanê de wek pirtûkeke rênîşê ye. Ev jiyan wê ji niha û pê ve jî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bandor bike. Tek rojek xwe, heta saniyeyek jiyana xwe jî ji bo jiyana xwe ya takekesî û armancên xwe xerc nekiriye, derbas nekiriye. Jiyaneke wî ya takekesî nebûye. Heta dema ku li derva bû jî beşeke jiyana xwe ya girîng di mekanên girtî de, bi şagirtên xwe re derbas kiriye. Li derveyî demên berdewamkirina jiyana xwe ya biyolojîkî hemû jiyana xwe daye eleqedarî û perwerdekirina mirovan. Jixwe jiyana wî ya rojane û sekna wî bûye xwedî taybetiyeke hînker. 
Mirovên ji gel ên ku çûne li gel Rêbertiyê çend rojan mane jî ji pêkhatina şoreşa Kurdistanê û azadiya gelê kurd bawer kirine. Di şexsê vê Rêbertiyê de rastiya rêxistina ku xwe fedayî gel kiriye û xwe bi azadiyê kilît kiriye dîtine.  
Di van rojan de bersiva herî mezin a ji hemû reşkirinên ji bo vê Rêbertiyê tên kirin re bê dayîn ev xet û çîroka jiyanê ye. Ger mirov pir pê ve tên girêdan û xwe feda dikin yê ku wan sewqî viya dike ev jiyan e. Dixwazî di girtîgehê de, dixwazî li derve, yek miroveke/î ku li rastiya xwe binihêre û li hember vê jiyanê fedîkar nebe, hesta wê/î ya berpirsiyariyê bilind nebe û nekeve nav lêgerîna wê bikaribe ji viya re çawa bibe bersiv nabe. Çawa ku gelek mirovên ciwan ên ku jiyana xwe feda kirine bi gotina “Xwezî ji canê me bêtir tiştekî me yê ku em bidin hebûya” vê rastiyê danîne holê.  
Di demên borî de pirtûkeke bi navê “Li ser sifreya Rêbertî” derketibû. Di vir de yên ku derfet û şansê bi vê Rêbertiyê re mayîn û hevnasînê dîtibûn jiyankirin, dîtin û hestên xwe vegotibûn. Bêguman bi pirtûkekê jiyan û sekna vê Rêbertiyê nikare bê vegotin. Lê taybetiyên girîng ên şoreşgerek çawa dijî xwe dabûn vê pirtûkê. Bêguman belgeyên cuda yên ku Rêbertiyê vedibêjin hene. Jixwe ev Rêbertî bixwe jiyana xwe pir bi sadeyî û eşkerayî datîne holê. 
Gelo di dîrokê de jiyanên wiha çiqas in? Herhal pir kêm in. Qala zanayên ku jiyana xwe bi pariyek û xirkayek an jî bi zeytûnekê bedewam kirine tê kirin. Di rastiya vê Rêbertiyê de jî, li derveyî berdewamkirina jiyana xwe ya biyolojîk a bi qasî ku derfeta xebatê bide, her kêliya xwe bi xebateke şoreşger a mezin re tije ye. Şêwaz, tempo û uslûba wî di awayê salan di rojekê de fetih bike de ye. Jixwe bi gotina “Ez bi vê şêwaz, tempo û uslûba xwe dijminên xwe vala derdixim û têk dibim.” rastiya di bin serfiraziya xwe de daniye holê. 
Bersiva pirsa çima niha tecrîda giran tê pêkanîn di rastiya vê kesayetê de ye. Bêguman têkiliya Rêber Apo bi mirovên li der ve re, bi civak û hevalên wî re tune ye. Lê bandora wî ya li ser mirovan wek berê ye, heta ji ya berê jî zêdetir e. Derfeta ku mirovan rû bi rû perwerde bike tune ye, lê xwe hîn bi dawerivandinê  bandor û hêza perwerdekirinê zêde dike. Ji ber vê yekê ji çend gotinên ku di heftê de dibêje jî ditirsin. Yan na çima tecrîteke wiha kêfî û dijmirovahî bê pêkanîn?
Lê çi jî bikin nikarin bandor û hêza tevgerikirina civakê ya vê Rêbertiyê bişkênin. Ew di hucreyeke tek kesî de be jî wê mirovan bandor bike û bike tevgerê. Ev hêza bandorkirinê bi kesayeta azadîxwaz û kûrbûna demokratîk, bi kesayeta dadî û azadîxwaziyê ve girêdayî ye; ji ber sedema civakîbûna têkoşîna şoreşger a ji çil salî derbas dibe û gihîştina wî ya şêwaz û uslûbeke civakî ye. Gelê Kurd li hember polîtîkaya tehdît û şantajê ya li ser Rêbertiyeke wiha ya ku bi taybetî jî şeş mehên dawîn tên meşandin pir bi hêrs e. Di valaderxistina polîtîkaya çewisandin û rizandinê ya dewleta Tirk a li Îmraliyê de bi biryar e. Weke her sal çawa bi fedakariyên mezin li vê Rêbertiyê xwedî derdikeve wê îsal jî xwedî derkeve. Tu çewisandin û reşkirin nikare vê xwedîderketinê asteng bike. 
Armanca hêzên navneteweyî jî, dewleta Tirk jî, dijminên sondxwarî yên Apo jî rastiya Rêbertî ji ber çavê civakê dûrgirtin û cuda nîşandan e. Lê çi heye ku bi hêza Rêbertiyeke wisa re rû bi rû ye ku ne mimkun e ku ev hewldan encam bidin. Bi gotina wî bixwe: “Kirinên vê Rêbertiyê û PKK’ê ji bo gelê Kurd kirine xwedayên zalim ên mîtolojiyê jî nikarin înkar bikin.”

Huseyîn Alî