Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Di Rojhilata Navîn de kaos, anarşîzim, feodal û xirabiyên ku têne jiyankirin em pêwîste bi berferehî binirxînin. Kaos çiye? Bi mînakeke piratîkî mirov bigire dest, mirovek di nava pêlên derya de asê maye û nikare ji wan pêlan rizgarbibe, ew rewşa kaosê ye. Xeterî û qirîzên ku werin jiyankirin nexuya ne, dibe ku ew pêlên behrê wî mirovî di nava xwe de bifetisîne, rizgarbûna ji wan pêlan gava ku ew mirov bigihîje bêjayî, wê demê li beramberî kaosê biserketiye. Gava ku mirov dibêje kaosa Rojhilata Navîn tê wateya pirsgirêkên xwe bi hemû rengê kêmasiya yên ku di hundirê vê herêmê de peyda dibin di rewşekî bê aramî deye û nediyare wê kînge pêlên derya wî biqurpîne. Ji bona rizgarbûn ji vê kaosê gelek cureyên ku dibêjin hene. Her yek li gorî xwe rêbazê ji vê kaosê rizgarbûn tîne ziman. Ji ber vê yekê pirsgirêk hene. Di roja îro de hegemoniya sermayedar weke pergaleke cîhanî ya pêwîst û pêdivî pê heye didin nîşandan û kirine çareseriya hemû pirsgirêkan. Eger herêma Rojhilata Navîn nirxên pergala sermayedar, bi ezezîtî û bi lêberalîzma wê bipejirîne ewê nikarbe ji vê kaosê rizgarbibe. Her çiqasî cerbandinên ku hatine kirine berevajî vê yekê isbatdike, lê belê dîsa jî pergala sermayedar isrardike. Ango pergala  sermayedar bi israr nîşandide ku rêya rizgarbûn ji kaosê, pejirandine nirxên kaptalîzm yê cîhanê ye.

Bêguman hinek riyên dîtir jî hene, bi taybetî pirojeya bi navê demokrasiya modern, li ser esasê hêlên erênî di çand û civakbûna Rojhilata Navîn de, mirov karibe bi nirxên berbi çav yên esasî, bi taybet milên wê yên zanistî û teknolojî girêbide, bi vî şêweyî dikare ji kaosê rizgarbibe. Di roja îro de bi giştî qirîzek heye, û ev qirîz gelekî dijwar e. Dijwarbûne wê ji kuderê tê? Li hemû cîhanê qirîz hene, lê belê riyên rizgarbûna ji kaosê li wan deveran, bi êş, bi derd û bi felaket nîne. Ji bo hinek taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî, rewşa wan herêman destek dide ku nirxên derve bipejirînin û li gorî xwe ji kaosê rizgarbibin. Mînak di Rojhilata Asya de guhertinên lîberal yên ku çêbûn, vê yekê didin nîşandan. Li Asya Navîn û Qefqasiya hinek êrîşên bi vî rêbazî çêbûn, li ser esasê lîberalîzmekirine pergalê destwerdana dewletên Awrûpa hate çêkirin. Bi vî rengî rizgarbûn ji qirîzê didin nîşandan. Emperyalîzm, di serî de welatên yekbûya Awrûpa vê qirîzê dijîn, ew jî bi rengê belavkirine pergala xwe li hemû cîhanê, qirîzên xwe çareserdikin. Di hêlê fikrî, piropegande û bîrdozî de hemû cîhan di bin bomberanê de hiştiye. Pirojeya sosyalîzmê iflaskir, piroja dînî nikare bibe elternatîf, ji bo vê yekê hewldanên mirovahiyê ji boy bigihîjin çareseriyê hene, ev çareserî jî di kesayeta pergala sermayedar de dîtine. Ango demokrasiya lîberal pêkhatiye. Hemû pergal di hilweşandine kaptalîzmê de biserneketin û binketin, radestî wê bûn, vê yekê jî isbatkir ku pergala heqîqetê dişopîne û heqîqet di destê wê de ye, kaptalîzme, ji ber vê yekê pêwîste ev pergal were begemkirin. Li hemberî wê bertek û raxisyon hene, wan bertek û raxisyonan jî bi rengê hov dinirxîne. Mîna ku ew bertek û raxisyon wê mirovahiyê paşde vegerîne, mehkûmî tinebûne dike û êrîşên xwe yên li ser Îraq, Afxanistan, Lîbya û tevgerên demokratîk mîna tevgera me, rewa dibîne. Di Rojhilata Navîn de pirsgirêk çareser kirin gelekî rehet dibîne.

Li ser Rojhilata Navîn gelek tişt têne gotin. Herdem rastî tiştekî isbatdike; hemû pîlanên ku derbarê vê herêmê de têne pêşxistin, dema ku rûbirû piratîkê dimînin, iflasdike. Bi sala ye ji bo ev herêm bibe perçek ji hêzên cîhanî, cerbandin hatin kirin û xwestin di milê civakî û çandî de biguherînin, lê belê biserneketin. Çiye rastî? Rojhilata Navîn zû bi zû ji bona begem kirine fikrên derve ne amade ye. Rojhilata navîn nikare van guhertine bipejirîne. Ev nepejirandin ji çi tê? Ji ber çanda civakî ya bi hezarê salan, hîna jî bi bandore. Ew kesayetê bi rêvedibe, moral, hest û terzê wî yê jiyanê diyardike, ji bo vê yekê guhertinên derve nikarin biserbikevin. Pîlanên ji bona dizayîn kirine Rojhilata Navîn herdem serkftine wan nemayînde ye. Pêwîste mirov li ser vê rastiyê bisekine. Pirojeyên guhertine heya astekî li Rojhilatê Asya û li Amerîka bi serdikevin, lê belê li Rojhilata Navîn bisernakevin. Ev çanda ku bi hezarên salan di vê herêmê de çêbûye bi bandor e. Gelek tevgeran ceribandin ku Rojhilata Navîn ji wê qirîzê rizgarbikin, fedakarî jî hate kirin, milên wê yên zanistî hebûn, lê belê bi serneket. Çima bi sernketin? Ew hewldayîn li dijî dagirkeriyê bû û dibe ku gelek hewl hate dayîn ji bona qirîza Rojhilata Navîn were çareser kirin, lê belê bisernekt. Mînak hewldayîna rohnsansa di Rojhilata Navîn de ya dawiya sedsala 19 an û destpêke sedsala 20 an li dijî dagirkeriya derve bûn, lê belê bi çekên wan şerê wan kirin. Modernîte pejirandin, xwestin rizgarbûna ji qirîzê bi kopyakirine nirxên modernîte kaptalîst di welatê xwede pêkbînin. Jiber vê yekê heya derece dawiyê girêdayî modernîte bûn. Koletî jê re dikirin. Bê ku dudilî jiyanbikin her tiştê wê dipejirandin, lê belê di heman demê de li dijî dagirkeriyê têkoşîn dikirin. Ev yek nakokî di serê mirov de çêdike. Ev yek tê wateya ku kopyakirin jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nake. Tevgera zanistiyê ya ku di Rojhilata navîn de derket, bi giştî jî tevgerekî ku pala xwe dida modernîte kaptalîst, ango pala xwe dida nirxên modern yên Awrûpa, yên ku ji şoreşa Ferensa û Îngilîz girtine. Xwestin demokrasiya Awrûpa û mafên mirovan yên Awrûpa, mafê bîrey li Îran, Misir û Tirkiye pêkbînin. Mirovên mîna Cemaledîn Afxanî, Kawa Kidîn, Mîrza Markon hebûn û li dijî dagirkeriyê û monarşiyê bûn, li gorî xwe xwedî pirojekî rohnesansê bûn, lê belê bisernektin. Sedem çiye? Kesên ku ji derve dixwazin pergala xwe bidin rûniştandin, nikarin biserbikevin. Ne jî kesên ji hundir de bi nirxên derve dikarîbûn pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Mînak di İfrîqiya de xwendevan diçûn welatên dagirker dixwendin, li Feransa û Belçîka dixwendin, ev hemû hêzên li ser İfrîqiya dagirkerbûn. Gava ku ev xwendevan divegiriyan İfrîqiya dixwestin wan tiştên ku girtine derbasî welatê xwe bikin. Wan xwendevanan dikarîbûn guhertinekê bidin çêkirin û biserdiketin. Xwestin bi vî teşeyî li Rojhilata Navîn jî guhertin bidin çêkirin, lê belê bi gel re nebûn yek û nebûn malê gel. Qirîza hêza dînamîk ya hundirîn têrê nake ku kaosê derbas bike û bigihîje bêjahiyê. Bi rêya êrîşên leşkerî yên mîna Îraq û bi veguhestine hinek çandên dîtir jî nikarîbûn pirsgirêkan çareser bikin. Bi vî teşeyî pirsgirêkên Rojhilata Navîn hîn zêdetir kûrdikin. Em nikarin bibêjin encam negirtine, Amerîka û Awrûpa qezencdike, lê belê nikarin qaosa Rojhilata Navîn çareser bikin û derbasbikin. Ango pirsgirêkên hundirîn, xîzantî û nezanî nayê derbaskirin. Dema ku em bixwazin li herêmekê guhertin bidin çêkirin, şoreşekê bidin çêkirin û pirsgirêka wê çareser bikin, pêwîste em berî her tiştî pêvendarê (mensûp) wê heremê bin.

Şehîd Rûstem CÛDΠ