Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan

cemal arkRastiyeke hevpar a zanista dîrokê li ser vê mijarê li hevkiriye, şoreşa çandinî û gund a Neolîtîkê şoreşa destpêk û herî mezin e. Êdî mijareke tê zanîn, li Mezopotamyayê li quntarên rêzeçiyayên Zagros-Torosê li her du aliyê çemên Dîcle, Firat û Xabûrê pêşketiye. Ev şoreşa jiyana kolektîf û bi hişmendî ya civakê îfade dike, mirov weke destpêka civakbûyina komunal a xwezayî bigre dest wê nêzîkatiyeke cîh de be. Çavkaniya bingehîn a hemû şaristaniyên pişt re derketine, şoreşa neolîtîke. 

Ji ber hîn mêtingerî û armanca serdestiya mirovan li ser hev di civaka neolîtîk de pêşneketiye, şer û çanda zorê nîne. Nebûna serdestî û mêtingeriyê, ji bo berhevkarî hevkar be, hemû civak xwe ji vê berpirsyar dibîne ji bo pêwistiyê bi şer û çanda zorê nebîne têrê dike. Her tiştê xwezayê zindî dîtin, ango weke xwe dîtin, deriyê jiyaneke bi xwezayê di nava hevsengiyê de û bi hev re jiyankirinê vekiriye. Mirov dikare bêje ku şerê destpêkê yên mirovên civaka xwezayî tekoşîna jiyanê ya li dijî ajalên dirînde ye. Ev tekoşîna ji bo xwe biparêze dide ne ji bo serdestiyê, ji bo jiyana xwe berdewam bike dide. Ev nêzîkatî xwesteka parastinê ya her zindiye û bingehê feraseta parastina rewa ya di roja me de ava dike. Di rastiyê de parastina rewa di asta navnetewî de weke zagona mafeke gerdûnî cîh digre, di çavkaniya wê de pêwistiya xwesteka xwe parastinê heye. Ji bo vê jî parastin ji bo hemû zindiyan ji bo berdewamkirina jiyanê sekneke pîroz hatiye dîtin.

Daneyên –belgeyên- dîrokî yên heta rojame eşkere bûye, nîşan dide ku Kurd yek ji gelên herî kevn ê Mezopotamyayê ye. Ji ber mijara me ya girîng ji bo Kurdan ji civaka xwezayî û vir ve xwedî reflekseke parastinê ya çawane. Cardin nêzîkatiyên şaristaniyên çînî û beramberî vê sekna berxwedanê bi kîjan rêbazan meşandiye?

Psikolojî (derûnînasî) û zanistên civakî behsa bandora diyarker a hawirdorê (xwezayê) ya li ser çand û tevgerê mirovan dike. Ev tespît encamên di dema klan û etnîsîteyan dihate jiyankirin rastiya vê nêzîkatiyê nîşan dide. Di vê wateyê de dema mirov taybetmendiyên Kurdan dinirxîne, mirov erdnigariyê û bandora erdnigariyê afirandiye lêkolîn bike wê gelek sûdewer bibe. Wê demê em li rawestgehên girîng ên pêşveçûyinên dîrokî yên forma civakî binerin.

Forma jiyana civaka xwezayî bi rengê klanê rêxistinbûyine. Rengê jiyana xwe dispêrê behrem û berjewandiyên civakî, xwe dispêrê rengeke komunal. Amûrên berhemdariyê, cûreyên nebat û sewalan, jiyana bi axê ve girêdayî, forma jiyana li derdora dayik – jinê pêş dikeve sekneke aştiyane pêwist dike. Berjewendî û sûdeweriya civakê li ser her tiştî tê girtin. Çavkaniya baweriyê dispêrin diyardeyên xwezayê. Van hemû diyardeyan pêwîstî şerkirina bi hev re nabîne, zêdetir şêweyeke jiyana aştiyane îfade dike.

Ji bo civaka Kurdan tê gotin di gelek qadên jiyanê de bandora serdema neolîtîk heye, ev nêzîkatî ne şaş e. Bi rastî jî gengaze ku mirov di civaka Kurd de gelek tevger û şêweyên ji serdema neolîtîk maye bibîne. Dema civak bi kûrahî hate lêkolîn kirin wê ev rewş bi awayeke zelal bê dîtin. Mirov dikare bêje forma civakî ya hişmendiya Kurd heta roja me cihana bawerî û jiyana wê diyar kiriye. Ev hişmendî ew qas di cewherê xwe de bi cîh kiriye ku li kêleka wê şaristaniya bajêr a di Mezopotamyaya jêrîn de pêşketiye pêwîst nedîtiye xwe nêzî wê jî bike. Ji xwe şaristaniya bajêr a Sumeran li ser nîrxên neolîtîk ê di Mezopotamyaya jorîn hatiye afirandin pêşketiye. Hemû amûrên ji bo mirov karibin jiyana xwe ya bi hişmendî berdewam bikin di vê serdemê de bi zîrekî û heyecaneke mezin hatiye afirandin. Yekane jêhatîbûna rahibê Sumeran van di konaxeke jortir gihandiye hev û weke “pergala pîroz” mirov xapandine.

Sedemê tevlênebûyîn û rêz nedana Kurdan a vê pergala pîroz a li kêleka wan pêşketiye çavkaniya xwe ji taybetmendiyê civaka xwezayî ya pêşxistiye digre. Civakeke mazûbanî ji avabûyineke orijina bi heyecan pêşxistiye texlîdê wê têr nabe û eşkereye ber bi texlîdan ve naçe. Kurdên çanda orjînal û bê serdestî ya şoreşa Neolîtîkê jiyan dikir nayê hêvîkîrin ku tevlî şaristaniya berowajî wê pêşdiket bibe. Ji ber ku diznanîn ku çîna jor a li bajarên Sumeran pêş dikeve xwe di qatê “xweda” de bi cîh dike û pîroz dike, hemû civakê jî di dixwaze di çarçoveya “pergala bendeyan (evdan – qûl) avabike.

Herweha ji ber van rewşan piştî van pêvajoyên dîrokî jî Kurd ji jiyana bajêr dûer sekinîne. Her ku bandora hilandinê ya bajêr tê dîtin, girêdana wan a bi herêmê çiyayî yên welatê wan zêde dibû. Lê dûrbûyina Kurdan a ji bafêr nayê wê wateyê ku tu carî şaristaniya bajêr ava nekiriye. Gelek daneyên xurt heye ku Kurdan di dîrokê de gelek şaristaniyên bajêr ava kirine.

Di vê serdemê de klan û qebîleyên Kurd ên di erdnigariya Kurdistanê de ji bo bîranînê xwe yê jiyana civaka xwezayî zîndî bihêlin ketine nava gelek hewldanan. Gelek kesên dixwazin erdnigariya wê ya xwedî gelek çavkaniyên dewlemende bixin bin serweriya xwe. Ev rewş nîşan dide ku wê erdnigariya Kurdan ji çar aliyan herdem rastî êrîşa were. Herdem bi êrîşa re rû bi rû mayin dibe sedem ku wan ber bi lêgerînên cûda ve  bibe. Pêşketina konfederasyonên eşîran û pergala eşîrî ku ji klan û qebîleyan pêk tê xwe dispêre vê rastiyê. Di wê serdemê de bingehê eşîr û konfederasyonên eşîran ew qas xurt hatiye avêtin ku di roja me de jî weke formên civakî ên bandora xwe berdewam dikin. Tê famkirin ku ev rewş hîn zêdetir bi bandora refleksa xweparastinê pêşketiye. Wateya siyasî ya vê avahiyê hevkariye, wateya wê ya aborî hevgirtine, wateya wê ya leşkerî jî di xeta parastina rewa de li ser parastina etnîsîteya Kurd hatiye ava kirin.

 Eşkereye ku derbasbûyina forma civakî ya bi rengê federasyona eşîran wê bibe destpêka serdemeke nû. Tê hêvîkirin forma federasyona eşîran wê di jiyana civakê de veguherînên bingehîn pêşbixe, di stratejiya parastinê de avabûyinên nû pêşbixe. Lê belê ne mezinbûna gefxwarinan –tehdîdan- xetereyên –tehlûkeyên- bi karakterên cûda derdikevin pir alîne. Eşîrên bi van xeteriyên gelek alî rû bi rû mane, eşkereye ku bi tena serê xwe nikarin di nav van sînorên teng de ji bin rabin. Ji ber vê jî hevgirtin û şêweyeke parastinê ya hevpar xwe weke naçariyeke nebe nabe ferz dike.

Civakên mirovan ê di erdnigariya Rojhilata Navîn û cihên cîhanê yên din, di nava pergala koledar a bi hişmendiya mîtolojîk hatiye hûnandin, hatin hilandin. Kurdan jî di çiyayên xwe yê azad de ne fermî be jî bi awayekî fîîlî konfedarasyoneke eşîran pêş dixînin. Dîrok gelek daneyên girîngd dide me ku eşîrên Kurdan serdema koledar pir zêde jiyan nekiriye. Wateyên sosyolojîk ên girîng ji bo etnîsîteya eşîrên kurdan serdema koledar jiyan nekiriye heye.

Pêşketinên di asta fikr, jiyan, xweza û hişmendiyê de hate jiyandin, di qada şer de jî xuya kiriye. Nemaze –bi taybetî- di konaxa Asûriyan de hişmendiya dewletparêz-desthilatparêz bi pêşketina zanista şer ve di heman demê de bi awayekî sîstematîk jî belavbûyina wê pêşketiye. Dem dema derbasbûyina vê pergalê bir bi belavbûyina (emperyal) kevnar e. 

Beramberî vê di nav civakên Aryên ê li Bakur in Zerduştî ya xawên –erdem- ên mirovatiyê hîn zêdetir bilind dike pêşdikeve. Zerdeştî di heman demê de bûye berxwedaneke li dijî koledariyê û felsefa hêbûnê. Di dîroka mirovahiyê de cara yekem weke nêzîkatiya destpêkê ya yek xwedayî derketiye holê bandoreke mezin diafirîne. Zerduşt, di nav civakê de pergaleke nû ya sincek –exlaq- daye rûnişkandin. Di bingehê wê de tekoşîna din av tarî û ronahiyê, başî û xerabiyê heyeû ji azadiya vîna mirovan bawer dike. Li ser vê bingehê xweda-qralên mîtolojiya Sumeran afirandiye lêpirsîn dike. Li gel baweriya ji afirîneriya takekesî ya mirov, xerabiyê jî napejirîne.  Bendetiyê –ewditiyê- red dike. Lê belê Zerduşt hîn zêdetir çavkaniya xwe ji kur ve ji senteza çanda Arya û Sumeran digre. Sedema dîrokî ya pejirandina felsefeya Zerduşt a eşîrên Kurdan, ji ber Zerduşt çanda û hişmendiya neolîtîkê li gor demê li hev aniye. Yek ji sedemên herî girîng ê xwedîderketina li felsefeya Zerduşt a etnîsîteyên eşîrên Kurdan jî ev e.