Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Yekineyek mezin diçû Botanê. Hat xwestin hevalê Agît jî biçe Botanê. Nû ji saha Rêbertiyê hatibû. Biryar hat girtin ku heke rê bibîne, wê biçe kongreyê piştre bizivire. Lê heke rê nebîne wê li Botanê bimîne û li wir kar bide meşandin. Bîryar har girtin ku tevlî yên ku ji erk hatine girtin û hemû rêveberî tevlî kongreyê bibe. Ew bi rê ketin. Hevalê Agît bi wî awayî derbasî Botanê bû. Ji xwe saz kirin jî ew bû. Wê demê fikrême jî wisa bû. Hevalê Agît dihat astengkirin. 
Li şûna wek rêveberî ji jê re bibin aligir, jê re dibûn asteng. Fikrekî viha hebû, qe nebe rêveberî ji wir derbikeve ew ê bêtir rehet piratîk bide meşandin. Her wiha pêşiya wî vedibû. Ev baş jî bû. Firsatekî wiha, rewşekî ku derfet dida bû. Ji ber pêşiya wî di 85an de her tim hatibû astengkirin. ``em ji rîvebirin, tu yê me guhdar bikî`` bi vî awayî gelek pratîkê wî hatibûn astengkirin. Bi vî awayî wê hinek din derfet bidîta. Sazkirina zivistanê bi vî awayî hatibû kirin. Lê mercên pratîkê li gorî vî nebû. Çûyîna li saha Rêbertî hêsan pêk nehat. Şer çêbibû, merc guhirîbûn, têkîliyên siyasî hatibûn guhertin. Astengî derketin pêşiya çûyîna saha Rêbertiyê. Derveyê çend kesan gelek kes neçûn. Ev heya havîna 86an berdewam kir. Di hesabê de, wê di meha qanûnê  ya 85an de biçûna û bihara 86an kongre bibûya piştre biziviriyana lê heya havîna 86an neçûn sahaya Rêbertiyê. 
Rêveberiya me, guhertinên ku pêngava 15ê tebaxê di pêvajoya siyasî de da avakirin pêşde nedît. Wisa fêmkirin ku wê wek berê be. Lê şer çêbibû, mercên siyasî hatibûn guhertin. Hevalê Agît jî li Botanê ma. Ji ber li ser sînor pir tevdîr hebûn. Ji ber wî jî biryar dide ku neçe. Ew jî fikiriye ku zivistanê civîn hatiye darxistin, biharê zivîrîne, plan dike ku piştî hinek çalakiyan were aliyên xabûr encamên kongreyê bigire. Di nota daviyê ya ku ji me re şand de wisa nivîsî bû. Di pêvajoyek viha de, di nav operasyona dijmin de di newrozê de çalakî pêşketin, 28ê Adarê sala 1986an li Gabarê di kevînekî de şehîd ket. 
Bandora şahadeta heval Agît pir mezin bû. Li derbarê pêkhatina vê bûyerê de hêja jî tiştek şênber nîne. Rêbertî di nivîsên xwe yên dawiyê de diyar dike ku bi komplo şehîd ketiye. Yekineyek mezine, dijmin dibînin. Ji bo ku şûna xwe biguhirînin êvarê hereket dikin. çawa çêdibe, dizvirin dîsa tên li ser kevînê. Yên pêşiyê kevînê derbas dikin jê xilas dibin. Piştî wî pevçûn despê dike, hinek belav dibin lê dîsa komê li ser hev dibin. Piştî wî dibêjin ``heval Agît hatiye cihê ku em ê lê kombin, em biçin`` û diçin. Li cihê pevçûnê qet nagerin. Saharê dema ku xwe digihînin cihê ku wê lê kombibin, dibînin ku heva Agît nehatiye. Di radyoyê de dibhîzin ku heval Agît şehîd ketiye. Çûyînek viha heye. Hevalê Agît li wir dihêlin. Kê ev saz kirin çêkiriye, çawabû ye, hêja jî me çareser nekiriye. Li piştî vê Rêbertî ev bûyer her tim lêkolîn kir. Lê bûyer zelal derneket holê. Hat gotin ku heval Agît bi fîşekekî ve şehîd ketiye. Dijmin bi rojan poropagandaya vê bûyerê kir. Rojnameyên Tirkan di maşetê xwe de ``celadê PKKê hat guştin`` nivîsîn. Dijmin bi vî gelek hêvî girt. 
Bandora vê bûyerê li ser tevgera me jî gelek çêbû. Heval Agît li Batmanê dema zanko dixwend tevlî bibû. Çeleng bû, di şerên ciwanan de cih girt. Piştre tevlî têkoşîna li Sîverekê bû. ji bo perwerdeya leşkerî yekemîn koma ku çû derveyê welat tevlê wê komê bû. ji ber berpirsiyarê leşkerî yê Batmanê bû. li Sîverekê jî heya wê demê di çalakiyan de bibû xwediyê pratîkeke diyar û êdî dihat naskirin. Piştî derveyî welat di gulana  sala 80 tê de ji bo ku di qada Sêrt-Botanê de rêxistina gerîla bike, bi Kemal Pîr re zivirî û erk girt. Dema ku heval Kemal Pîr hat girtin ew jî birîndar xilas bû. Di wê bûyerê de bazinê îstiyê wî şikestibû. Piştî ku demek tedavî dît derbasî derveyî welat bû. Tevlî konferansa yekemîn bû. Piştî konferansê di nav wê rêveberiya perwerdeyê ya mezin de cih girt. Tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Hevalê Agît jûdo û kareta dizanibû. Di derbarê wan de perwerde da. Bejna xwe kinbû û hinek jî tiknaz bû. Di milê fizîkî de pir ne bi hêz bû, dûztaban bû, ji ber wê jî di meşê de zehmetî dikişand. Lê bi hêz û çelenk bû. perwerdeyên karete dizanibû û refleksên wî pir xwirt bû. Dema ku bombeyên desta davêtin wî dîsa ew paşte davêt. Ji perwerdeyê re pir tevgiriya wî çêbû. Piştî perwedeyê, dema perwerdeya derveyî welat hat dirêj kirin Rêbertiyê ew ji bo ku tevlî xebatên Başûr û Rojhilatê Kurdîstanê bibe û ji hevalê Mehmet Karasûngûr re bibe alîgir di mijdara 81an de ew û çend hevalan ve şand Başûrê Kurdîstanê. Bi vî awayî di Başûr û Rojhilatê Kurdîstanê de tevlî xebatên amedekariyên gerîla bû. Komên gerîla yên ku zivirîn welat wan pêşwazî kirin. 25ê Gulana 83an de li aliyên Xabûrê yekemîn operasyona derveyê sînor hat kirin. Di dema vê operasyonê de ket welat heya Garzanê çû. Yekînî denetîm kir û tevlî xebatên pratîkî bû. Di 84an de piştî civîna Çiyayêreş ji bo ku li Ûlûdere çalakiyên leşkerî pêşbixîne erk girt. Piştre di navîna sala 84an de wek rêveberîya yekineya propagandayê ya 14ê temmûzê çalakiya Erûhê pêşxist. Taxima di rêvebertiya wî de di vê qadê sê heyva çalakî kir.     
Daviya 84an çû saha Rêbertiyê. Di Nîsana 85an de dîsa hat û derbasî Botanê bû. Dema ku Botanê windahî didan, wî bi yekîneyekî ve hereket kiribû. Yekineya xwe parastibû. Lê ji ber bandor li ser yên din nekiribû, nikaribû windayiyan bide sekinandin. Havînê piştî civînê li Botanê dîsa çalakî pêşxist. Di wî de seknekî rêveberîtiyê hebû. Xwedî zanebûneke girîngbû. Wek Kemal Pîr yekî pir nedaixivî. Kêm diaxivî lê bi cewher diaxivî. Wisa dema xwe vala derbas nedikir. Vala di sihbet nedikir. An dixwend lêkolîn dikir, an jî niqaşên girîng dikir, ji hinek pirskirêkan re çareserî digeriya. Kesayetekî wî asayî hebû. Kesek nediêşand û nedişkênand. Tu car nediket di nav lêgerîna têkîlî û jiyanek cûda. Ji wî aliyê de pir gihîştîbû. Li kêleka tecrûbeyên leşkerî, refleksên wî jî pir xwirtbûn û xwedî bi hûnerbû. Hem di rêxistinkirinê de hem jî di pratîkbûyînî de çalakvan û çeleng bû. Lewra li ser piratîkirina xeta tevgerê û xeta Rêbertiyê di qada leşkerî de pir difikirî. Lêkolînên wî hebûn û xwe da bû kirina pratîka xwe. Hevalê Agît xeteke komûtantiyê pêşxist. Ew heza komûta ya ku 15ê tebaxê amade kir, pêk anî û berdewam kirî bû. Heke ku şehîd neketaba, wê di komûtaya xwe de artêşa gerîla dîsa avabikira. Rêbertiyê digot `` wî xwe ji bo vê rastiyê bike pratîkê feda kiribû`` ji bo bîranîna wî hat gotin ku artêşa gerîla were avakirin. Yanî wî serleşkeriya gerîla bi şer û di pratîkê de heq kiribû. Wisa pişt re jê re nehatibû danîn. Cihê ku ew lê bû, rêveberîbû û komûtanbû. Her kesekî ew guhdar dikir, bixwe jî kar dikir. Tu carî ji bo erk û kariyerê nedixebitî. Cihê ku li wir bû çi pêwîstbûya ew bû, karê pratîk dikir. Heke pêwîstbibûya bibe serleşkerê sereke wê bibiya ew, pêwîstbibûya bibe yê yekêneyê wê bibiya ew. Heke li cihekî rêveberî hebûya ew wek şervanekî diket di nav kar. Tu car cûdabûnekî wî di vî milî de tunebû. Kesayetek balkêş û kesayetek dida perwedekirin. Kesayetek tu car nedişkênand, bandor dikir, her tim mirov mezin dikir, fikir dida, lê zêdetir di pratîkê de kar dikir û mirov jî tevlî wî karî dikir wisa perwerde dikir. Ji ber wî jî her kesekî dixwest li gel heval Agît be. Kar dikir, hûner pêşdixist, hêz qezenç dikir. Ji ber wî jî pêşengtiya wî ne bi raye bû, bi fêîlî hebû. Ji xwe fermîyetek wî tunebû, fermî di kongreyê de nehatibû hilbijartin. Şervanekî fêîlî bû. bi sazkirina rêveberiyê bi erk kar kir. Nexwe wisa raye fermî negirti bû. her wiha avakirina artêşa gerîla û di pêngava 15ê Tebaxê de pêşengtî kir. Xetek komûta û xetek gerîla afirand. Rêbertî ev xet wek xeta gerîla di Kurdîstanê de qebûl kir. Wek ketina xeta wî jiyanê nirxand. Lewra kesayeta heval Agît di xilasbûna netew de wek kesayeta partîbûyînê nirxand. Wek mînak da nîşandan. Di pêngava partîbûyînê ya duyemîn de wek kesayeta mînak pênase kir. Çawa ku yekemîn pêngava partîbûyînê ji bo bîranîna heval Hakî Karer hat pêk anîn, duyemîn pêngava partîbûyînê jî, wek partiyek gerîla teşe girtina PKKê jî ji bo bîranîna heval Agît pêk hat.

Duran Kalkan